Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala beşdarî televizyona Haberturkê bû û li wir pirsên der barê rojevê de bersivand.
Ala li ser pirsa bûyerên Cizîrê û mirina zarokê 12 salî yê bi navê Nîhat Kazanhan daxuyand ku ew dixwazin pirsirêkeke mezin çareser bikin û wiha axivî: "Ji bo çareserkirina vê meseleyê me gavên cidî avêtin. Ji ber ku hêviyeke mezin çêbû ku gavên cidî wê bên avêtin û ev mesele wê bê çareserkirin provokasyon jî çêdibin. Min îro telefonê walî û berpirsyarên li wir kir. Gotin ku li wir tu carê polêsan çek an jî xaz bi kar neanîne. Zarok ber bi êvarê birîndar bûye û wî rakirine nexweşxaneyê, lê ew li wir miriye."
Wezîr Ala ji bo Nîhat Kazanci got ku rehma Xwedê lêbe û wiha dewam kir:
"Di hin malperan de tê gotin ku 'bi çeka polêsan an jî bi bombeya xazê ve hatiye kuştin'. Ev tu carê ne rast e. Hin caran li wir bûyer çêdibin û polês xazê bi kar tîne. Lê îro bûyer tune. Îro polêsan mudaxale nekirine. Lê zarokekî me li wir miriye. Em ê der barê vê de jêpirsîneke cidî bidin destpêkirin. Dozgeriyê dest pê kir. Kî ev yek kir, çima kir? Lewra ev bûyer ji her derê dikarin çêbin. Ji ber vê divê mesele bê jêpirsîn û bi raya giştî re encam bê parvekirin."
Ala li ser pirsa 'Li Cizîrê her tişt di bin kontrolê de ye gelo' wiha axivî: "Helbet di bin kontrolê de ye. Ew der jî perçekeyeke welat e. Li wir hin bûyer diqewimin, hewl tên dayîn ku biqewimin. Ptovokator provokasyonên reş dikin. Em ê serî li ber van netewînîn, nebin girtiyê wan, em ê xeletiyên ku ew dixwazin em bikin nekin. Wek berê em vê mijarê çareser dikin û em ê çareser bikin. Meraqan nekin."