Türkan Tosun
29 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2019
VAN
Li Ercîşa navçeya Wanê 4 hezar û 500 kesên çûn qursa xwendin û nivîsandinê û serkeftî bûn belgeyên xwe hildan.
Bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û jina wî Emîne Erdogan li welêt seferberiya xwendin û nivîsandinê hatibû destpêkirin.
Welatiyên eleqe nîşanî vê seferberiyê dan çûn qursên xwendin û nivîsandinê û serkeftî bûn.
Li Ercîşê jî qasî 4 hezar û 500 kesên çûn qursa xwendin û nivîsandinê ya Navenda Perwerdeya Gel a Ercîşê serkeftî bûn û belgeyên xwe hildan.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Erol Şîmşek got ew bi mamosteyan ra mal bi mal geriyane û kesên xwendin û nivîsandinê nizanin tespît kirine.
Şîmşek got piştî tespîtkirinê qasî 4 hezar û 500 kes hatine qursa xwendin û nivîsandinê û wiha dewam kir: "Qursên me dewam dikin. Welatiyên me yên xwendin û nivîsandinê nizanin heke serî li dibistana herî nêzîk bidin, em ji bo kesekî be jî mamosteyan wezîfedar dikin."
Midûrê Navenda Perwerdeya Gel a Ercîşê Halîs Ozdaş jî got heta ku li navçeyê her kes hînî xwendin û nivîsandinê bibe, ewê bixebitin.
- "Ez dixwazim herim zanîngehê"
Nuray Îşyapana hînî xwendin û nivîsandinê bû jî got berê wê di jiyanê da zehmetî dikişand û wiha dewam kir: "Niha ez dikarim her tiştî bixwînim û binîvîsim. Dikarim bi rehetî herim nexweşxaneyê û civîna weliyan a li dibistanê, ewraqan îmze bikim. Min armancek da li ber xwe, ez dixwazim herim zanîngehê."
Abdulbarî Taşkinê 65 salî jî got piştî ew hînî xwendin û nivîsandinê bûye karên xwe rehettir dike û dixwaze ehliyeta ajovaniyê bistîne.