İbrahim Atmaca
17 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2019
AGRI
Li Agiriyê xwendekarên lîseyê yên pola dawîn di çarçoveya projeya ku dan destpêkirin da hezar û 200 pirtûk berhev kirin û ew pirtûk ji bo xwîşk û birayên xwe yên ku di dibistana gund da dixwînin dan pirtûkxaneya dibistanê.
Xwendekarên pola 12em ên Lîseya Anadoluyê ya Cumhuriyetê ya Agiriyê bi Yasîn Durmuşê mamosteyê xwe yê rêber va seba xwendekarên ku li gund dixwînin kampanyaya berhevkirina pirtûkan da destpêkirin.
Xwendekaran di demeke kin da ji nav hevalên xwe û derdora xwe hezar û 200 pirtûk berhev kirin û ji bo xwîşk û birayên xwe yên gund kirin koliyan. Xwendekar û midûrê dibistanê û mamosteyên wan çûn gundê Deredîbiya Jorîn ku 18 kîlomêtre dûrî Xamûrê ye û pirtûk teslîm kirin.
Xwendekar li dibistana navîn a gund geriyan û pirtûk jî danîn pirtûkxaneya ku Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr seba dibistanê çêkir.
Xwendekarên lîseyê hin diyarî dan xwendekarên dibistana gund û bi wan ra hinekî pirtûk xwendin û paşê bi hev ra topa berfê leyîstin.
Ceylan Yîgîta ku di projeyê da cih girt wiha got, "Ji ber ku min di projeyeke wiha da cih girt, kêfxweş im. Bira xwendekar timî pey xeyalên xwe bikevin, xwendin tiştekî pir xweş e, bira tu wextî dev ji xwendinê bernedin."