Önder Beyter
12 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2020
Li Mûşê di qonaxa duyemîn a perwerdeya rûbirû ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî da polên 2,3,4emîn ên dibistanên seretayî, dibistanên gundan, polên 8emîn û 12emîn û her wiha xwendekarên xwedî pêwîstiyên taybet dest bi perwerdeya rûbirû kirin.
Xwendekar serê sibehê digel mezinên xwe hatin dibistanê û li vê derê ji hêla peywirdaran hatin pêşwazîkirin.
Xwendekar gelekî şad bûn ku hatin cem hevalên xwe û her wiha li gorî tedbîrên vîrusa koronayê xwendekar hildan polan.