İbrahim Atmaca
12 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2020
Di qonaxa duyem a plana derbasbûna perwerdeya rûbirû ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî da polên dibistana seretayî yên 2, 3, 4em, dibistanên gundan, polên 8 û 12em, xwendekarên pola amadehiyê yên lîseyê xwendekarên ku pêdiviyên wan ên taybet hene dest bi perwerdeya rûbirû kir.
Li gor çavdêriyê zarokên ku demeke dirêj e cara ewil tên dibistanê, pir kelecanî û kêfxweş bûn.
Dê û bavên zarokan jî li ber deriyê dibistanan sekinîn û ji bo mesafeya xweparastinê hatin hişyarkirin.