Abdullah Tel
23 Mijdar 2018•Rojanekirin: 25 Mijdar 2018
VAN
Şêniyên gundê çiyê yê li ser navçeya Gurpinarê ji mamosteya gundê xwe Nur Banu Koçer a ku fedakar û xerîbdost e hez dikin.
Mamoste Koçer a ku bi eslê xwe ji Stenbolê ye 3 sal berê tayînî Dibistana Seretayî ya Yedîsalkimê hatibû kirin û ew ji bo xwendekarên xwe fedakariyê dike û bi pirsgirêkên welatiyan ra jî ji nêz va eleqedar dibe.
Mamosteya jin ji roja dest bi wezîfeyê kir heta niha bo telafîkirina kêmasiyên dibistanê hewl da û bi amûrên ji nû va dikarin bên çerixandin va pêlîstokan çêdike û bi wan dilê zarokan xweş dike.
Di dibistana poleka wê heye da ji bo perwerdekirina 13 xwendekarên xwe hewl dide û di heman demê da ji bo çareserkirina pirsgirêkên gundiyan jî dixebite.
Şêniyên gund jî ji ber van hewlan mamsoteya zarokên xwe bi tenê nahêlên lê xwedî derdikevin û dewetî malên xwe dikin.
- "Mîna ewladê wan bim, li min xwedî derdikevin"
Mamoste Nur Banu Koçerê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew berê qet bi alî herêma rojhilatê va nehatibû û cihê ku dest lê bi wezîfeyê kir bi zanayî tercîh kir.
Koçerê got ku dema tayîna wê derket di nav hatin û nehatinê da ma û wiha dewam kir: "Piştî rêwîtiyeke dirêj ez hatim û gundiyan awayekî baş ez ezimandim. Min birin mala xwe, li min xwedî derketin. Malên xwendekarên wan hebin û yên tunebin hemû li min xwedî derketin."
Mamoste Koçerê got ku gundî her roj ji bo mêvaniyê gazî wê dikin û wiha pêda çû: "Hin caran ez naxwazim herim û dilê wan dimîne. Naxwazin ez di lojnamê da bimînim. Ev jî şevê dibim mêvanê malekê. Hemû pir baş û dil nizimin. Mîna ewladê wan bim, li min xwedî derdikevin."
Mixtarê gund Tahsîn Erorz û şêniyên gund jî destnîşan kirin ku mamosteya wan gelek baş e ji bo perwerdekirina zarokên gund hewl dide û heya ji dest tê jî bi pirsgirêkên wan ra jî eleqedar dibe.
Ji ber vê hewl û xebatê jî mamoste Koçerê di nav dilê gundiyan da cih digire.