Nihat Kavşut
11 Gulan 2017•Rojanekirin: 11 Gulan 2017
NEW YORK
Li New Yorka DYAyê li dibistana seretayî ya dewletê mamosteya bi zorê şalpeya xwendekara misilman derxist ji kar hat avêtin.
Midûriyeta Perwerdeyê ya New Yorkê ragihand di bûyera li Bronxê li dibistana bi navê PS 76ê qewimî da Oghenetega Edahaya mamosteya 31 salî ya bi zorê şalpeya Safa Alzockarya 8 salî derxist ji kar hatiye avêtin.
Michael Acimanê Berdevkê Midûriyeta Perwerdeyê diyar kir masmoste demildest ji kar hatiye derxistin.
Li gor daxuyaniya Departmana Polêsên New Yorkê (NYPD) jî mamoste bi zorê şalpeyê derdixe û derbe li çavê xwendekarê dikeve.