Türkan Tosun
03 Adar 2019•Rojanekirin: 04 Adar 2019
Li gor daneyên Wezareta Perwerdeya Neteweyî di perwerde û hîndekariya sala 2017-2018an da milyonek û 350 hezar û 698 xwendekaran di dibistanên taybet da perwerde dîtin.
Nûçegihana AAyê ji Rapora Çalakiya Îdarî ya Sala 2018an a Wezareta Perwerdeya Neteweyî der barê mijarê da hin agahî berhevkirin.
Li gor van agahiyan di perwerde û hîndekariya sala 2017-2018an da 2 hezar û 170 dibistan û pêşdibistên nû vebûn. Ev jî di nav da tevahî 11 hezar û 382 pêşdibistan, dibistan, dibistanên navîn û lîseyên taybet ên girêdayî wezaretê perwerde dan zarokan.
Di pêşdibistanên taybet da 147 hezar û 765, di dibistanên taybet da 303 hezar û 868, di dibistanên navîn da 335 hezar û 953, di lîseyan da 563 hezar û 112, bi tevahî milyonek û 350 hezar û 698 xwendekaran perwerde dîtin.
Li gor daneyên wezaretê perwerdeya taybet herî zêde di pêşdibistanan da hat dayîn. Di vê çarçoveyê da para hîndekariya taybet a perwerdeyê ya ji bo pêşdibistanan bû ji sedî 15.70.
Para hîndekariya taybet a perwerdeyê ya ji bo dibistanan bû ji sedî 4,60, ji bo dibistanên navîn bû ji sedî 6, ji bo lîseyan jî bû ji sedî 13.