03 Mijdar 2015•Rojanekirin: 04 Mijdar 2015
ÎZMIR
Xwendekarên ji Sûriyeyê yên ku ji ber şerê navxweyî xwendina wan nîvco ma, li Zanîngeha Katîp Çelebî ya Îzmirê xwendina xwe dewam dikin.
Xwendekarên ji Sûriyeyê ji ber ku di wargehê da cî nedîtin, ji xwe ra malek kirê kirin û di nav ewlehiyê da xwendina xwe berdewam dikin.
- "Ji xeynî xwendinê çare tuneye"
Mihemed Naser Kabbaniyê ku tevî 5 hevalên xwe li Çîgliyê mal kirê kiriye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiiha got: "Beriya şer min li Zanîngeha Helebê di beşa endezyariya nexşeyê da dixwend. Ji ber şer em ji welêt revîn."
Kabbanî destnîşan kir ku ji xeynî xwendinê çareya wî tuneye û wiha got: "Ez salekê li Hatayê mam, peyra jî hatim Îzmirê û min qeyda xwe li zanîngehê çêkir."
Mihemed Derwêşê ku di heman beşê da dixwîne û di pola 3yan da ye jî destnîşan kir ku carna deriyê mala xwe ji hevalên xwe ra vedikin û got ku carna em 20 kes di malê da dimînin.
Seîd Ebasê ku di beşa endezyariya ceyran û elektronîkê da dixwîne jî diyar kir ku tevî Mihemed Wanlî, Mihemed Burhan Urrar û Ehmed Mûsa di heman malê da dimînin.