13 Adar 2017•Rojanekirin: 13 Adar 2017
ANKARA
Wezareta Karên Derva ji ber ku Hollandayê astengî li ser wezîrên tirk sepand û bi awayekî xirab miemeleyî welatiyên tirk yên ku mafê xwe yê civînê emilandin kir, du notayên cuda dan vî welatî.
Tirkiyeyê di notaya ku da Hollandayê de astengiya li ber wezîrên tirk ên li dijî teamula navneteweyî û nezaketa dîplomatîk e bi tundî şermezar kir û der barê van tevgeran de ji meqamên Hollandayê xwest ku ew bi nivîseke fermî ve lêborînê bixwazin.
Di notaya ku Tirkiyeyê da Hollandayê da hat gotin ku mafê tazmînatê veşartî ye û daxwaz hat kirin ku îxlalên li dijî wezîr û welatiyên tirk werin lêkolînkirin, der heqê kesên ku îxlal kirine da tengavkirina edlî, îdarî û cezaî werin kirin û encam ji Wezareta Karên Derva ra were ragihandin