13 Adar 2017•Rojanekirin: 13 Adar 2017
CENEVRE
Rojnameya Blick a Swîsreyê ji manşetê hem bi tirkî hem bi almanî bangî welatiyên tirk ên ku li Swîsreyê dijîn kir û got ku di referandûma 16ê Nîsanê da "dengê na bidin".
Rojnameya ku bi almanî weşana neteweyî dike û wekî rasta tundrew û provakatîf tê naskirin, di nûçeya xwe ya ku di manşetê da belav kir da wiha bang kir, "Ji dîktatoriya Erdogan ra degê na bidin."
Di hûrguliyên nûçeyê da hat diyarkirin ku li Swîsreyê jî xebatên hilbijartinê bi awayekî germ berdewam in û herwiha di referandûmê da tevî tirkên li Swîsreyê, 3 milyon tirkên li dervayê welat wê dengê xwe bidin û wiha hat gotin, "Hûnê di 16ê Nîsanê da ji bo referandûma ku dê li welatê we erkên Serokomarê we Recep Tayyîp Erdogan derxe asta dîktatoriyê, biçin ser sandoqê. Wekî rojnameya Blick em gazî hemû tirkên li Swîsreyê dikin ku di 16ê Nîsanê da dengê na bidin."
Li Swîsreya ku îzna her cure civîn û çalakiyê didin PKK û Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO), lê astengî derdixin ku siyasetmedarên tirk digel welatiyên xwe bên cem hev. Rojnameyê ev hûrgulî paşguh kir û wiha îdia kir, "Swîsre di dinyayê da welatê herî azad e. Li vir herkes bêyî ku destê wî ji karê wî bibe, bê binçavkirin û êşkencekirin dikare ramana xwe bîne ziman, hikûmetê rexne bike, bi polîtîkayê ra eleqedar bibe û herwiha dikare wek xwe bijî."
Blick grêdayî Ringera mezintirîn grûba medyayê ya Swîsreyê ye û herwiha qedera 250 hezar tîraja wê û 1,5 milyon ziyaretvanên wê yên online hene. Blick dîsa wekî tekane rojnameya Swîsreyê ya ku weşana neteweyî dike, tê zanîn.