28 Îlon 2015•Rojanekirin: 28 Îlon 2015
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha bangî ciwanan kir: "Bavûkalên me û bi taybetî jî şehîd û xaziyên me ev welat emanetê me kirine. Xwedî li welatê xwe derên. Xwedî li alaya xwe derkevin. Xwedî li miletê xwe yê ku hûn mensûbê wê ne derkevin. Bi dost û dujminên vî gelî baş beled bin."
Erdogan li merasîma vebûna sala nû ya perwerde û hîndekariyê û ya avahiya nû ya Lîseya Anadolu Îmam Xetîbê ya Qîzan a Kadikoy Ahmet Sanî Gezîciyê axivî û ji dê û bavan xwest ku ji zarokên xwe re, ji kalik û pîrikan jî xwest ku ji neviyên xwe re bira qala zehmetî û dijwariya Tirkiyeya berê bikin û bira qîmeta aniha bi wan bidin fêmkirin.
Serokomar Erdogan wiha axivî:
"Em hewl bidin û ji zarokên xwe re qala zehmetiya berê bikin. Berê xwendekar bi saetan dimeşiyan, di rêyên kort û çal ên bi herî de peya diçûn dibistanê, di polên sar ên ku bi sergîn û êzingan dihatin germkirin de ders dixwendin. Aniha piştî ku meriv van rojan bibîne, ma mimkûn e ku meriv pê serbilind nebe?"
- "Ji herêmîbûn û milîbûnê tawiz nedin û li ser qirara xwe bimeşin"
Erdogan xwest ku Rebîe jî bira neyê jibîrkirin û wiha got: "Rebîeya me pir muhîm e. Emê bibin miletekî. 78 milyon bi tirk, kurd, laz, çerkes, gurcî, abaza, roman û boşnakên xwe ve emê bibin miletekî. Tenê alayeke me heye. Em alayeke din nas nakin. Welatê me 780 hezar kîlomêtroçargoşe ye, tenê welatekî me heye. Em tuwext misade nadin operasyonekê. Ya çaran yek dewlet e. Di hundirê dewletê de dewleteke din nabe, bi tu hawî. Em destûrê nadin vî."
Serokomar Erdogan qala dijayetiya li hemberê xwe kir û wiha xeberda: "Heta roja îro me kîjan berhem bi dest xist û me kîjan xizmet pêşkêşî îstifadeya milet kir, me bi dijayetiya hin kes û derûdoran kir. Me bereksê hin kesan encamek wergirt. Timî xwestin pêşî lê bibirin, lêbelê bîlateredut em pê bawer bûn, me hewl da, xîret kir, em bi ser de çûn û me encam wergirt."
Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ku wan herdem ji hêla madî ve piştgiriya xwendekaran kir û wiha dewam kir: "Sala borî 250 hezar xwendakarên me li gorî qonaxa xwendina xwe 2 hezar û 500 - 3 hezar û 500 lîre ji alîkariya perwerde û hîndekariyê sûd wergirtin. Înşelah îsal jî di navbera 2 hezar û 680 - 3 hezar û 750 lîreyî de dê alîkariya perwerde û hîndekariyê bidome."