Ekip
15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag got: "Alîkariya ku Amerîka heta niha bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorî dide PYD/YPGa şaxa Sûriyeyê ya PKKa rêxistina terorî û gavên ku eşkere kir wê ji niha û pê va biavêje dijî hevalbendî, hevkariya mînak û hevkariya stratejîk e."
Bozdag, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî weşand û nerazîbûn nîşanî Amerîkayê da.
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag wiha nirxandin kir: "Amerîka di têkoşîna li dijî DEAŞa rêxistina terorî da di şûna Tirkiyeyê da li Sûriyeyê bi PYD/YPGa baskê PKKa rêxistina terorî ra hevkarî kir û bi hezaran tir piştgiriya çekan da û niha jî di bin navê 'Hêza Parastina Sînorê Sûriyeyê' da qaşo artêşa terorê dide avakirin û ev yek leyîstina bi agir e."
Herwiha got:
"Alîkariya ku Amerîka heta niha bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorî dide PYD/YPGa şaxa Sûriyeyê ya PKKa rêxistina terorî û gavên ku eşkere kir wê ji niha û pê va biavêje dijî hevalbendî, hevkariya mînak û hevkariya stratejîk e."