Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş wiha got: "Aniha li ber me hikûmeteke demkî heye, Parlementoyê bi awayekî rast û durist hê jî dezgehên xwe hilnebijartiye. Di rewşeke wiha de gotin û îfadeya takekesî ya Serokomar a ku dikare were wateya biryara şer, pir xeter e."
Demîrtaş li Parlementoyê bersiv da pirsên rojnamegeran.
- "Herçar namzed jî hêja ne"
Ji Demîrtaş pirsa, partiyên muxalefetê yên ku li Meclisê xwedî ji sedî 60ê parlementeran in, ji namzedên xwe yekî wekî serok hilnebijêrin, gelo dê were wateya serneketinê, kirin û Demîrtaş jî wiha axivî:
"Ez herçar namzedan jî wekî namzedên hêja yên ku dikarin parlementoyê bi rê bibin, pênase dikim. Gotinên ku ezê bêjim, ez ji derveyî şexşê namzedan îfade dikim. Heke ku piştî deshelatiya yekrû ya 13 salan AKP bereksê peyama gel careke din dîsa Serokatiya Parlementoyê bike kefa destê xwe, wêçaxê divê muxalefet xwe rexne bike. Lêbelê emê vî li dû tûra sêyemîn bibînin, ka muxalefet çi dike. Em bi namzedê xwe bawer in. Dengîr Beg namzedekî wisa ne ku meriv dikare li dora wî were cem hev û bi hevdu bike. Ez hêvî dikim ku qoltixê Serokatiya Meclisê dê dest biguherîne, ez ji hêla partiyê ve dibêjim, ji sibê û pê ve dê biguhere. Bendewariya me wisa ye."
- Geşedanên li Sûriyeyê
Demîrtaş dema ku bersiv da pirsa, "Der heqê Sûriyeyê de hin senaryo hene. Em dikarin fikr û ramanên we yên der barê vê mijarê de hîn bibin?", wiha got: "Dixwazin ku têgihîştineke wisa çêbikin, lê tune. Beşeke pir gîrîng a civakê terefdarê aşitiyê ye."
Demîrtaş wiha domand: "Aniha li ber me hikûmeteke demkî heye, Parlementoyê bi awayekî rast û durist hê jî dezgehên xwe hilnebijartiye. Di rewşeke wiha de gotin û îfadeya takekesî ya Serokomar a ku dikare were wateya biryara şer, pir xeter e. Heke ku Tirkiye ji pêkhatineke kurdan a li bakûrê Sûriyeyê ne razî ye û vî wekî dilnerehetiyekê dibîne, wêçaxê rêyên din ên çareseriyê hene. Tiştên ku dê di qonaxa ewil de werin şandin, ne artêş, esker, tank û top in. HDP amade ye ku tirs û dilnerehetiya Tirkiyeyê ya der heqê pêkhatinên li wir de ji holê rake. Heke ku partiyên din jî piştgiriyê bidin, em bi heyeta têkel a parlementoyê ve biçin herêmê ziyaret bikin. Çi diltengiya Tirkiyeyê heye em bigehînin wan. Em rêveberiya PYDyê dawetê Enqereyê bikin. Em hewlên rasteqîn ên ku xwe dispêrin pêbawerî û dostiyê nîşan bidin. Ev hîç nehatin ceribandin."