ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di civîna komê ya partiya xwe da axivî.
Serokwezîr Davutoglu bal kişand ser hilbijartina Serokatiya Meclisê û wiha got: "Namzedê me yê ji bo Serokatiya Meclisê heye û em ê heta dawiyê piştgiriya namzedê xwe bikin. Em namzedê xwe Îsmet Yilmaz nakin mijara bazarê û ji bo vê jî me wek namzed nîşan neda."
Serokwezîr Davutoglu wiha got: "Çawa di navbera Serokatiya Meclisê û koalîsyonê de têkilî tuneye, wisa jî meqama Serokomariyê û Serokomarê me di mizakereyên koalîsyonê de nabe mijare nîqaşê."
- "Em ji bo Yewnanistanê amade ne"
Serokwezîr Davutoglu der heqê qeyrana li Yewnanistanê de jî wiha got: "Ji bo Yewnanistan ji qeyrana aboriyê derkeve çi ji destê me were em ê bikin. Di warê tûrîzm, vejen û hevkariya ticaretê de çi hewce bike em amade ne. Piştî xebatên avakirina hikûmetê em ê bi Yewnanistanê re bikevin nav têkilî û pêwendiyan."