Türkan Tosun
27 Hezîran 2019•Rojanekirin: 28 Hezîran 2019
Biryara dirêjkirina dema xebata Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li go biryarê TBMMya ku divê 1ê Tîrmehê da tetîl bûbûya wê xebatên xwe bidomîne.
Di biryara hat weşandin da wiha hat gotin: "Li gor madeya 5emîn a Rêziknameya Hundirîn a Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê û madeya 93emîn a Qanûna Bingehîn, Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê ya ku divê di 1ê Tîrmehê da tetîl bûbûya tetîl nebe û xebatên xwe bidomîne, Pevcivîna 90emîn a Lijneya Giştî ya ku dîroka wê 18.06.2019 çêbibe."