Elif Orhan
26 Hezîran 2019•Rojanekirin: 26 Hezîran 2019
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar got: "Ji bo ku miameleyên terhîsê yên ciwanên me demildest temam bibin xebat dewam dikin."
Di berdewamiya axaftina xwe da Akar bal kişand ser Qanûna Hildana Eskeran û wiha pê da çû: "Ez wisa bawer dikim ku dê piştgiriyê bide bizavî û texilkeriya TSKê."
Ji axaftina Akar hin sernavên derketin pêş ev in:
"Têkoşîna dijî terorê hem li nav welêt hem jî li dervayî welêt bê navber, bê kêmasî heta bi şidet û tempoyeke zêde dewam dike. Der barê ewlehiya sînorên me da tu kêmasî tune.
(Qanûna Hildana Eskeran) Di mijara têkoşîna dijî terorê da tu kêmasî, zeîfî teqez tune."