ANKARA
Serokomar Abdullah Gul çû serdana Dibistana Şer ya Bejayî. Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Hulusî Akar û Fermandarê Dibistana Şer Tumgeneral Yilmaz Ûyar serokomar Gul ezimandin. Gul bi xwendekarên dibistanê re wêne kişand û paşê jî deftera rûmetê îmze kir û li muzeyê geriya.
Gul li dibistanê axivî û li ser demokrasiyê sekinî. Gul wiha got: "Bingeha meşrûiyetê îro ji demokrasiye derbas dibe. Demokrasiya ku em dibêjin, îradeya gel e. Dema ku em dibêjin Dewleta Demokratîk ya bi Hiqûq lazim e ku gelek partiyên siyasî tê de hebin, cudahiya hêzan yanî dadgeh, yasadanîn û birêvebirin ji hev cuda be, maf û rayê her kesî diyar be û dewlet jî li gor van rêzikan bê îdarekirin."
Gul li ser rûdanên li dewletên dinyayê diqevimin jî sekinî û got ku li çar aliyê dinyayê hejmara welatên ku tesîrê li ser hêzên kurewî dikin zêde dibe û dewletên ku bi hêz dibin jî hêza dewletên neteweyî bêtesîr dikin.
Serokomar Gul bal kişand ser rewşa Rojhilata navîn jî û dest nîşan kir li Rojhilatê çavkaniyên vejenê pirin û ji bo vê jî dê di pêşerojê de ev herêm zedetir bal bikşîne û bi qiymet bibe.