DIYARBAKIR
Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî der barê biryara bêteqîbiyê ya ku Serdozgeriya Sererkaniyê ji bo bûyera Ûlûdereyê dabû de axivî û got ku dê biryarê bibin saziyên wek NY yên navneteweyî.
Elçî di civîna ku li avahiya baroyê hat lidarxistin de axivî û got ku tu bingeheke hiqûqî ya vê biryarê tuneye û ji bo me jî tu hukmê vê biryarê tuneye û em vê biryarê îadeyî dozger dikin.
Elçî got em tu lêpirsîneke dadwer û bêalî ji dozgerên leşkerî û rayetaybet hêvî nakin. Biryar û benda qanûnî ya tu parlementoyê nikare sûcê giran mafdar, meşrû û li gor hiqûqê binirxîne û berpirsiyaran ji sûc rizgar bike. Saziyên neteweyî û navneteweyî yên ku hukma saz dikin, mafê serbestiyê nedaye yên ku di dest wan de çek hene ku li gor kêfa xwe qetlê bikin.
Elçî destnîşan kir ku tu hinceteke mirovahiyê, exlaqê û hiqûqê tuneye ku ev 34 însanên bêçek, sivîl û bêsûc hatin bombebarankirin û wiha dewam kir: "Ger ku xetayeyeke misoger be, an jî bi gotineke din hemû gelên Roboskiyê endamên rêxistina çekdar bûna, dîsa jî berpirsiyarên vê qetlê ji cezaxwarinê xilas nebûna. Em ê dev ji vê bûyerê bernedin û îtiraz bikin û serî li Dadgeha Makezagonê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin. Ji bo vê jî em ê gazî rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) bikin ku li ser vê lêkolînê bikin."
Daxuyaniya ÎHDyê
Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê Şaxa Diyarbekirê Racî Bîlîcî jî got ku wek parêzerên mafên mirovan em ê pêvajoya hiqûqê bişopînin û wiha dewam kir:
"Bila ev baş bê zanîn ku qetlîama Roboskiyê li hemberî mirovahiyê hat kirin. Sûcên ku li hemberî mirovahiyê tên kirin de demborî nabe. Ger ku ji Dadgeha Makezagonê encamek dernekeve, dosye dê ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re bê şandin û AÎHM jî dê biryara bombebarandina gundên Şirnexê yên di sala 1994an de wekî qirarê mînak Tirkiyeyê mehkûm bike. Di vê mehkûmiyetê de jî berpirsiyar dê derkevin hemberî darazê."