ADANA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Qada Îstasyonê di merasîma xîm avêtina Kampûsa Tenduristî û Entegreyê ya Adanayê de axivî û bangî welatiyan kir. Erdogan wiha got: "Em ji neteweperestên sloganan nînin. Neteweperestî ji bo gel xizmet kirin e, rûmeta gel zêde kirine, hewcedariyên wan dîtine. Her roj şeweqê di bin sar û sermayê, baran û germê de zarok rêzkirin û wek welatên paşdemayî yên ji 1933an, sloganên ku di dema şerê çekdarbûnê de dewletên bloka Sovyetan tîne bîriya mirovan avêtin ne neteweperestî ye. Neteweperestî ji bo wan zarokan dibistan avakirin e. Neteweperestî derfetên perwerdeyê yên herî modern ji bo wan zarokan amade kirin e. Ya herî girîng jî ew e ku şûna van slogananji bo wan pêşkeşkirina vîzyonekê ye. Ji bo wan hêlandina Tirkiyeyeke bihêz e."
Pakêta Demokratîkbûnê
Erdogan der barê Pakêta Demokratîkbûnê de jî wiha axivî: "Pakêta Demokratîkbûnê dê înşallah him ji bo demokrasiyê him jî ji bo biratiyê baş bibe. Me di bernameya partiya xwe û hikûmeta xwe ya beyannameya hilbijartinê de, di kongreyên xwe de çi gotibe em wan tiştan dikin. Ev 11 sal in ku yên li dijî reformên me tevdigeriyan, senaryoyên tirsandinê dinîvîsandin îro jî heman tiştî dikin. Hûn dê bibinîn, ew dê sernekevin. Lê bizanibin ku Tirkiye dê serbikeve."
Serokwezîr Erdogan di şiva ku ji aliyê Walitiya Adanayê hat dayîn de jî bangî nûnerên saziyên civakî yên sîvîl, karsaz û rîspiyên bajêr kir û wiha axivî: "Dibêjin bila benda hilbijartinê kêm bibe. Em jî dibêjin kerem bikin ji we re 3 alternatîf. Bila bend wek niha ji sedî 10 bimîne, yan em bikin ji sedî 5 û em bikin herêmeke sînorkirî, an jî em bi temamî ji holê rakin û bikin herêmeke sînorkirî. Vayê meydan. Hûn edî çi dixwazin. Ji herêma sînorkirî re na, ya din re na, ya din re na. Em dê çi bikin? Em dê vekin pirtûkê û bi hevalên xwe re bixebitin. Em dê bibêjin ku di vê de xêr heye û em dê ji meclîsê derbas bikin û heta 2015an wiha xwe amade bikin. Çareyeke din tune."
Erdogan ji bo meseleya sergirtinê jî diyar kir ku wî jî nekarî zarokên xwe di zanîngehên welêt de bide xwendin û bi mecbûrî ew şandin derve û got: "Pakêta Demokratîkbûnê ji bo vê jî pir girîng e."