TBMM
Di tezkereyê de hat gotin ku li bakurê Iraqê rêxistina terorê PKK heye û ev gefa li bakurê Iraqê ya li ser yekîtî, aramî û ewlehiya Tirkiyeyê, bi bandora bûyerên ku demên dawî li herêmê diqewimin, zêdetir dibe.
Hat ragihandin ku Tirkiye gelekî girîngiyê dide yekîtiya ax û neteweya Iraqê û dixwaza îstiqrara wir biparêze. Tirkiye ji bo ku li bakurê Iraqê PKKyê xilas bike û dawî li êrîşên terorîst yên li ser Tikiyeyê bîne, xebatên xwe yên leşkerî bi awayekî serkeftî didomîne û hewldanên wê yên siyasî û dîplomatîk jî berdewam in.
Hat xwestin, destûra ji bo ku yekîtiya axa Tirkiyeyê bê parastin û bikaribin mudaxeleyî li ser bakurê Iraqê bikin û peywirdaran bişînin wir heta 17ê çiriya pêşîn ya 2013an bê dirêjkirin.