31 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 01 Mijdar 2016
HEWLÊR
PKKya rêxistina terorê li Şingala navçeya wilayeta Mûsilê ji bo zarokên êzdî dibistan vekirin ku tê da dersên leşkerî û siyasî bidin xwendin, lê ev yek, rastî berteka gelê herêmê hat.
Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Di pêvajoyeke ku hebûna leşkerî ya PKKê nayê xwestin da em ê destûra vekirina dibistanê nedin. Em bi tundî şermezar dikin ku milîtan li herêma me dibistanê vedikin."
Xelîl destnîşan kir, li Şingalê mebesta rêxistinê ji vekirina dibistanan, perwerdekirina milîtanan e û wiha dewam kir: "Li Şingalê ji bilî dibistanên ku Hikûmeta Kurdistana Iraqê û hikûmeta navendî ya Iraqê vekirina dibistaneke din qanûnî nîne. Mebesta dibistanên bi vî rengî li herêmê derxistina tevliheviyê ye."
Xelîl got, "Ev kirinên PKKê ji aliyê gelê me va bi tu awayî nayê erêkirin." û wiha dewam kir: "Em ê destûrê nedin ku paşeroja zarokên li Şingalê bi saya serê van dibistanan were tarîkirin. Me bangî malbatên zarokan kir ku zarokên xwe neşînin van dibistanan."
Xelîl got ku ji binpêkirina mafên mirovan e ku zarokan bişînin dibistanên ku dersên leşkerî û siyasî didin.
Midûrê Perwerdeya Navçeya Şingalê Huseyîn Hazir Hasan jî got: "Dibistanên ku PKKê di nav sînorên Şingalê da çêkirine, teqez bi destê hikûmetê va nehatine pesendkirin."
Ji aktivîstên Şingalê yê mafên mirovan Kawe Edo jî got ku der heqê vekirina dibistanên rêxistinê da wiha got:
"Min hay jê heye di dibistanên PKKê da dersa siyasî û leşkerî didin zarokan. Mebesta wan ji bilî perwerdeyê her tişt e, ev eşkere ye. Ev dibistan ji bo perwerdekirina milîtanan e û divê demildest werin girtin. Divê li herêmê ne tovê şîdetê, tovê aştiyê were reşandin."
PKKya rêxistina terorê ji tebaxa 2014an vir va hebûna DEAŞê dike behane û li Şingalê dimîne.