05 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
DENÎZLÎ
Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî: "Emê bîstek şûnda biçin (Almanyayê) û înşelah emê van fealiyetên xwe bikin. Ez tu îhtimalî nadim ku kêşe derkevin. Emê biçin wir û bi birayên xwe ra, bi hemşehriyên xwe yên ji Denîzliyê ra bên cem hev. Emê Ozay Gonlum bi bîr bînin. Paşê jî emê bi welatiyên xwe ra bên bal hev û emê qala rastiyên ku em pê bawer in ên der barê vê pêvajoyê da bikin."
Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî: "(Der barê mijara li Almanyayê betalkirina çalakiyên referandumê de) Qebûlkirina betalkirinê ne mumkin e. Yanê heke hûn hincetekê bixwazin, hûn dikarin hincetekê bibînin. Cihê ku hûn bixwazin, dikarin hincetekê bibînin û betal bikin."