Ekip
05 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
DENİZLİ
Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî: "Emê bîstek şûnda biçin (Almanyayê) û înşelah emê van fealiyetên xwe bikin. Ez tu îhtimalî nadim ku kêşe derkevin. Emê biçin wir û bi birayên xwe ra, bi hemşehriyên xwe yên ji Denîzliyê ra bên cem hev. Emê Ozay Gonlum bi bîr bînin. Paşê jî emê bi welatiyên xwe ra bên bal hev û emê qala rastiyên ku em pê bawer in ên der barê vê pêvajoyê da bikin."
Zeybekçî ji Balafirgeha Denizli Tavasê berî biçe Almanyayê bo rojnamevanan axivî.
Zeybekçî, ber barê mijara li Almanyayê betalkirina çalakiyên referandumê de got: "Qebûlkirina betalkirinê ne mumkin e. Yanê heke hûn hincetekê bixwazin, hûn dikarin hincetekê bibînin. Cihê ku hûn bixwazin, dikarin hincetekê bibînin û betal bikin."
Zeybekçî bertek nîşanî Almanyayê da û wiha axivî:
"Emê bîstek şûnda biçin (Almanyayê) û înşelah emê van fealiyetên xwe bikin. Ez tu îhtimalî nadim ku kêşe derkevin. Emê biçin wir û bi birayên xwe ra, bi hemşehriyên xwe yên ji Denîzliyê ra bên cem hev. Emê Ozay Gonlum bi bîr bînin. Paşê jî emê bi welatiyên xwe ra bên bal hev û emê qala rastiyên ku em pê bawer in ên der barê vê pêvajoyê da bikin."