12 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
ANKARA
Wezîrê Parastina Neteweyî Caniklî: "Armanca me ya niha cuda ye, heta bi temamî teror ji holê rabe em ê li bakurê Iraqê bimînin."
Canîklî: (Herekata li ser Qendîlê) Bi telîmata Serokomarê me ji bo ku terorê ji wê derê derxin û bi awayê li wê derê bimînin û baregehan ava bikin me dest bi vê operasyonê kiribû. Hema bêje bi qasî salek berê merhaleyên wê hatibûn plankirin."
Canîklî: "(Li bakurê Iraqê) Tehkîmatên li herêmên baregehê gihîştin astekê, em nika derbasî pêvajoyeke din dibin."
Canîklî: "(Operasyona li ser bakurê Iraqê) Me li vê herêmê hin baregeh ava kirin. Ev cara ewil e tiştekî wiha em dikin. Eger em baregehan çênekin operasyonê wê zehmet be. Ev ji aliyê teknîkî va tiştekî zor e. Ji serê salê hetanî nika li bakurê Iraqê ji 500î zêdetir terorîst hatin berterefkirin."
Canîklî: "(Operasyona li ser Qendîlê) Bi hincetên ewlehiyê û bi tu awayekî ku zirarê nede yekîtiya axa welatekî din ev yek bi berwextî lê ev berwextîbûn jî heta ku hemû terorîst ji wê derê bên paqijkirin û ew herêm ji asta tehdîdê derbikeve wê dewam bike. Armanc ne ew e ku operasyoneke berwext were lidarxistin û vegerin."
Canîklî: "Qendîl jî tev, di herekata li dijî terorê da Îran dibêje ku ew ê bi eşkeretî piştgiriyê bide û vê di her rewşê da tîne ziman."
Canîklî: (Operasyona li bakurê Iraqê) Wezîfe heta temam bibe hêzên Artêşa Tirkiyeyê wê bi hemû xetên xwe li wê derê bin û mayîna xwe bidomînin."
Canîklî: "(Herekata li ser Qendîlê) Ev operasyona dûmahiyê ji yên din cuda ye. Li wê derê dijî welatê me êrîşên cidî tên kirin. Ji wê derê unsûrên terorê dixwazin derbasî vî aliyî bibin. Ew der herêmekê zehf çiyayî ye. Terorîst li wê herêmê dikarin rehet bên û biçin. Herêmeke wisa çiyayî ye."
Canîklî: (Operasyona li bakurê Iraqê) Wezîfe heta temam bibe hêzên Artêşa Tirkiyeyê wê bi hemû xetên xwe li wê derê bin û mayîna xwe bidomînin."
Canîklî: "(Herekata li ser Qendîlê) Ev operasyona dûmahiyê ji yên din cuda ye. Li wê derê dijî welatê me êrîşên cidî tên kirin. Ji wê derê unsûrên terorê dixwazin derbasî vî aliyî bibin. Ew der herêmekê zehf çiyayî ye. Terorîst li wê herêmê dikarin rehet bên û biçin. Herêmeke wisa çiyayî ye."
Canîklî ji bona gotinên Înce yên der heqê Îsmaîl Metîn Temel da wiha got: "Ji ber ku ket Efrînê û ji terorîstan paqij kir niha jî jê heyfa wê hiltînin."
Wezîrê Parastina Neteweyî Caniklî: "(Mutabaqata Minbicê ya bi Amerîkayê ra) Di hevdîtina bi Birêz Mattis ra gotina 'Bi tu awayî wê xapandin tunebe' ji bona me girîng e. Bi eşkereyî û rasterast wiha got."
Wezîrê Parastina Neteweyî: (CHP) Ji bo kesên wekî Demirtaş serbest bimînin piştevaniyê dike û yan jî daxuyaniyên mîna ku piştgiriya kesên li cem wan disekinin dike dide. Heqaretê li kesên bi terorê ra têdikoşin dike û li cem yên ku piştevaniya terorê dikin jî disekine. Ev nêrîneke wisa ye ku zirarê bide têkoşîna li hemberî terorê. Lê mixabin CHP û bi giştî Birêz Kiliçdaroglu û di heman demê da jî namzedê wan ê Serokomariyê Înce li ser heman nêrînê ne."