İbrahim Atmaca
30 Gulan 2018•Rojanekirin: 30 Gulan 2018
ANKARA
Mehmet Şîmşekê Alîkarê Serokwezîr yê ku berpirsê aboriyê ye, diyar kir ku hevdîtinên wan ên li Londrayê pir bi ber û bereket derbas bûn û got, "Eleqeya veberdêran zêde ye."
Şîmşek û Serokê Bankeya Navendî Murat Çetînkaya çend roj berê li Stenbol û Londrayê bi nûnerên saziyên fînansê û veberdêran ra hevdîtin kir.
Şîmşek li ser hesabê xwe yê Twîtterê der heqê hevdîtinên Londrayê da agahî da û ragihand ku hevdîtin pir bi ber û bereket derbas bûn, elegeya veberdêran zêde ye.
Şîmşek qala peyamên ku wan dan veberdêran kir û wiha got, "Naveroka peyamên me wiha bûn, 'Me seta xwe ya polîtîkayê xurt kir. Di aboriyê da cardin pêvajoya dengeyê dest pê kir. Ya herî girîng ew e ku pêşiyê bi enflasyon û kêmasiya carî ra têkoşîn were dayîn. Em ê piştî hilbijartinê reforman leztir bikin.'."