Li Tatvana navçeya Bitlîsê, di operasyona ser PKKya rêxistina terorê de, 60 ton teqemenî hat desteserkirin.
Walîtiyê daxuyand ku ji bo rê li ber girtina bûyerên terorî xebat tên birêvebirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku operasyon bi tevkariya şaxên Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr û Îstîxbaratê tê birêvebirin û wiha hat diyarkirin:
"Di encama xebatan de, me tespît kir ku, teqemeniyên ku rêxistina terorê ya cudaxwaz li ser rêya navbera Bitlîs û Tatwanê de, di 9ê îlonê de bi cih kir, dê dema derbasbûna hêzên ewlehiyê biteqandana. Heman rojê danê sibê di saet 08.00an de, rêbejaya Bitlîs-Tatwan û Tatwan-Wanê ji çûnûhatinê re hat girtin û li ser rê lêkolîn hatin kirin. Li nêzî Petrolên Tirkiyê ser rêbeja D-300ê teqemeniyên bidesta hatine çêkirin, hatin tespîtkirin."
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku dema ekîbên pispor bombe îmxa dikirin, terorîstan 3 bombe teqandin.
Hat diyarkirin ku di teqînê de kes nemir û birîndar nebû; lê di rêbejayê de texrîbat çêbû û wiha hat gotin: "Dîsa li ser rêbejaya Tatwan-Wanê nêzî herêma Yeşîlmezrayê 2 teqemeniyên ku hatibûn bi cihkirin, hatin îmxakirin."
-60 ton teqemenî hat desteserkirin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama lêkolînan de hîn bûn ku, di destê endamên rêxistina terorê yên li herêma nêzî gundê Tokaçliyê dimînin de çek, cebilxane û malzemeyên din ên lojîstîk hene. Herwiha hat tespîtkitin ku û digel van malzemeyan nêzî 60 tonî jî teqemenî di kozikan de veşartine.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rêxistina terorê ev teqemenî ji bo di bûyeran de bikarbîne amadekiribû û daxuyanî wiha dewam kir: "Hêzên me yên ewlehiyê bi rêkûpêk û bi alîkariya gel, xebatên xwe didomînin."