Elif Orhan
25 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2017
HARTUM
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Meclisa Sûdanê bi pîrozbahiya derket ser dikê û ji wir xitab kir û got ku "Ji ber ku ez careke din li mala me ya duyemîn li Sûdanê me, bi we birayên xwe yên ezîz re hatime bal hev, li ser navê xwe, xanima xwe û heyeta xwe gelekî kêfxweş im."
- "Bi xwe ji xwe re ev biryar da"
Erdogan destnîşan kir ku dê destûrê nedin ku rondikên mezlûman, di nav destên rêxistinên terorê û welatên ku terora dewletê dikin de winda bibin û biçin.
Serokomar Erdogan wiha axivî: "Bila tu kes ji me hêvî neke ku em hember li ber çavê dinyayê qetlkirina misilmanên Rohîngyayê, êrîşên ku gelê Filîstînê bi salane rû bi rû maye, qeyranên mirovahiyê uên li Sûriye, Iraq, Lîbya, Yêmen û Somaliyê, hember pirsgirêkên li welatên peravê, li hewzeya gola Çadê bêdeng bimînin."
Erdogan bal kişand ku encama neheqiyan, bêedaletiyê û biryarên ji eqlêselimiyê dûr husran e û gotku mînaka herî dawîn a vê yekê di geşedanên der barê Qudsê de qewimî.
Erdogan bi bîr xist ku Amerîkayê di 6ê kanûna pêşîn de da ber çavan ku dinyayê biavêje nav agir û Qudsê wek paytextê Îsraîlê nas kir û eşkere kir ku dê balyozxaneya xwe bikêşe wir û ev gotin: "Ji kî pirsî? Bi xwe jixwe re ev biryar da. Baş e lê gelo ma hewce nedikir ku ji bo vê yekê qet nebe bi welatên îslamê yan jî alema xiristiyanan re hevdîtinek bike? Serokê heyamê yê Teşkîlata Hevkariya Îslamê ez bûm. Bi min re hîç hevdîtin nekir. Digel vê bi Papa re jî hîç hevdîtin nekir."
- "Telefonî her derê kirin, tehdîd kirin"
Erdogan destnîşan kir ji ber ku Quds qubleya ewil a misilmanan e mafê wan a axaftinê heye û wiha axivî: "Bi heman awayî li Qudsê ji aliyê din ve mafê axaftinê ya xiristiyanan jî heye. Begefendî ji wan pirsî gelo? Nexêr nepirsî? Bixwe biryarê da. Ê çi bû?"
Erdogan axaftina xwe wiha dewm kir:
"Telefonî her derê kirinî tehdîd kirin. Gotin ku 'Em ev qas pere didin we, bi milyonan dolar didin we, ji niha pê de hûnê nekarin ku van dolaran bistînin.' Me got ku 'demokrasî ne ew rejim in ku vîn bi dolaran tên sitandin.' Hûn dikarin bi pereyên xwe hin tiştan bistînin lê hûn nikarin ku vîna mirovahiyê bistînin. Divê hûn vê bizanin, heke hûn navenda demokrasitê bin karê hûn dikin şaş e. Birêz Trump tişta divê ku tu ji niha pê ve bikî ev e; tu dê serê xwe bixî nav her du destên xwe, bibêjiî ku min li ku xeletî kir. Tu dê vê bifikirî û dîsa paş de vegerî. Di Lijneya Giştî de heke 128 welêt bi serbilindî sekinîbin, dijî derketeibe ku li gel we 8 welat hebûn û serjimara wan jî gelekî enteresan e, 15,20, 25, 30 hezar wekî navçeyên liTirkiyeê. Çi bû? We telefion kirin, tehdîd kirin?"
Erdogan destnîşan kir ku li dinyayê yên hêzdar ne ew in ku çek û pereyên wan hene, yên heqdar in kesên hêzdar.
- "Ji 128 welatan re spas"
Erdogan got ku "Vir ya mafdar em bûn" û bi bîr xist ku wek serokê heyamê telefonî welatên misilman tenê nekir û axaftinên telefonê yên ku der barê mijarê de kir bi bîr xist.
Recep Tayyîp Erdogan da zanîn ku hemû bi hev re li Stenbolê civiyan û deklerasyon weşandin û El-Beşîr jî wê rojê wir bû ev gotin:
"Ez car din ji vir spasiya birayê xwe El-Beşîrê ku beşdarî lûtkeya derasayî bû û piştgirî da serkeftina lûtkeyê dikim.Ez spasiya van 128 welatên li dinyayê dikim, li gel heq sekinîn. Bi lûtkeya derasayî ya bi mijara "Qudsê" hemû dinyayê nîşan da dema ku welatên îslanê bi hev re tevdigerin dikarin çiqas hêzdar bibin. Derbeyek din jî ser vê biryara şaş a Amerîkayê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hat. Amerîkaya ku wir tenê serê xwe marayea vetoyê bi kar anî û car din nîşan da ku îtiraza min a wekî 'dinya ji 5an mezintir e' çiqas mafdar e. Hele hele ji 1ê gelekî mezintr e vê jî nîşan da."