ANKARA - RAMAZAN TOPRAK / MUHAMMET KURŞUN
Alimê Kurd Prof. Dr. Mistefa Muslîm, der barê referandûma li Tirkiyê got: "Ez bawer nakim ku Erdogan ji bo daxwaza dîktatoriyê qanûna bingehîn biguherîne. Hin bendên ku lingê wî bend dikin diguherîne. Înşellah dê îşê wî bi Îslamê be. Divê mirov bifikire ka çi menfîeta misilmanên hundir û derdorê tê de heye û wisa helwestekê bigire."
Alimê navdar ê kurd û birayê mezin ê Hevserokê PYDyê Salih Muslîm Prof. Dr. Mistefa Muslîm, der barê rojeva referandûma li Tirkiyê û helwesta kurdan li ser vê guherîna destûrê daxuyaniyên giring dan peyamnêrê Ajansa Anadoluyê.
- Referandûma guherîna destûrê li Tirkiyê
Mistefa Muslîm, der barê referandûm, guherîna destûrê û siyaseta Erdogan de wiha got:"Erdogan û AK Partiyê qîmetek ji Tirkiyê re çêkirin. Berî 20-30 salekî dema em dihatin Tirkiyê, me didît ku berê wê di erdê de ye, qîmetê wê tuneye, berbelav e. Lê niha bûye yek ji hêzên dinyayê. Îqtisada xwe baş kiriye, di warê sinaî û qadên din de gelekî pêşde çûye. Ev hema ne ji ber xwe ve çêbû, ji bo vê cehd û xîreteke mezin hat holê. Di 10-15 salan de cehdeke mezin kirin. Wek min got, grûbekê 200 salî xebitî heta ku Xîlafet rakir û desthilat da destê eskerî û yên berê."
Muslîm got, Ewropa tu carî qebûl nake ku careke din Xîlafeta Osmanî vegere û dewleteke bihêz li hemberî wê derkeve û wiha pê de çû:"Carinan bi xwe jî tînin ziman, dibêjin Erdogan dixwaze dewra Osmaniyan vegerîne Tirkiyê. Yanî divê em bibêjin ev ji bo me şeref e. Dewleta Osmanî li hemberî hemû dewletên Ewropayê sekinîbû. Sinaet, qewet û eskerên wê jî li pêş hemûyan e. Heta ewropiyan daxwaza sîlehan jê dikirin. Eger em bikaribin tarîxa wan vegerînin ev ji bo me şerefek e. Lazim e em fedî nekin ku bibêjin em dixwazin desthilata Osmanî ya mezin vegerînin."
Muslîm behsa tirsa welatên Ewropayê li ser Erdogan jî kir û nêrîna xwe wiha anî ziman:"Ew dibêjin eger Tirkiye bi siyaseteke wisa musteqil hereket bike û destûr were guherandin û Erdogan bihêz bibe, ji bo me xeter e. Yanî kevirek ji bînaya ku wan ji bo laîkan çêkiriye bikeve me'neya xwe dê hemû hilweşe. Ew ditirisin ku li şûna bêdînî, bêexlaqî û sîstema wan Îslam were. Divê Tirkiye û AK Partî zanibe ku Ewropa dewleteke wisa tu carî hilnade navxwe. Dewleteke 80 milyon misilman, bi carekê de bikevin Ewropayê û bi hurriyet hereket bikin, şirketan vekin, nasnameyan wergirin û herin werin... Ewropa vê qebûl nake. 5-6 milyon tirk û misilman li Almanyayê hene mane heyirî ka dê çi bikin. 5-6 milyon misilmanên ji Cezayir û Efrîqaya Bakur çûne jî Fransa heyirandine."
Alimê kurd destnîşan kir ku Ewropa Tirkiyê qebûl nake û got: "Eger Tirkiye berê xwe bide Alema Îslamê dê bibe serokê wan. Li Alema Îslamê milyarek û nîv însan hene. Yanî ji dêvla ku em serokatiya milyarek û nîv misilman bikin em xwe dixin dûv Ewropayê. Ev ne tiştekî mentiqî û maqûl e. Bila Tirkiye ji bo sermayedarên Îslamî hin îmkanan çêke. Mesela bankeke bêfaîz vekin bêjin em karê bêfaîz dikin."
Li ser guherîna destûrê jî wiha axivî:"Ez bawer nakim ku Erdogan ji bo daxwaza dîktatoriyê vê biguherîne. Hin bendên ku lingê wî bend dikin diguherîne. Înşellah dê îşê wî bi Îslamê be. Divê mirov bifikire ka çi menfîeta misilmanên hundir û derdorê tê de heye û wisa helwestekê bigire."
Mistefa Muslîm, peyamek ji kurdan re jî şand û got: "Bila kurd xwe nekin destikê kêrê. Bila nekevin serê rimê ku pê li Îslamê bixin. Ewropa heyiriye, lê misilman hişyar bûne, tenê maye ku serokek derkeve wan bide dû xwe û bimeşîne. Ewropayî dizanin hakimiyeta li Alema Îslamê pir zehmet bûye."
- "Ji bo ku kurd nebin dewlet li nav 4 welatan belav kirin"
"Ma ewên ku Kurd li nav 4 welatan belav kirin kî bûn? Ewropa kir. Tifaqa Sykes-Picot, Lozan û wek din hemû bi destê Brîtanya, Fransa û mezinên wê çaxê bûn. Wan kir. Ji bo ku kurd nebin dewlet, wan wisa kir. Îro rabûne dibêjin kurd mezlûm in heqê wan hatiye xwarin. Lazim e em ji wan re dewletekê çêkin. Baş e kê ev zilim li wan kir?"
Mijara Îranê jî wiha şirove kir: "Niha du wasite di destê wan de mane. Yek şiî ne Îran e ku hakimiyetê li herêmê hemûyî dike. Wekî din kurd li vê herêmê 30-40 milyon hene. Erê hin derdorên munherif ên jirêderketî hene lê adeta kutleya mezin a kurdan, adet û urf û kevneşopiyên wan hin safiyet û mêranî tê de heye. Îja dibêjin emê heqê we bidin we û dixwazin wan bidin pêş. Mesela dê wan bidin pêş bişînin Reqqayê, kî dimîne kî dimire Xwedê dizane. Dixwazin fitneyê di navbera kurdên Iraqê û yên Tirkiyê derxînin."
Wek din diyar kir ku welatên Ewropayê dewletekê ji kurdan re çênakin û wiha axivî: "Emrîka û hemû dewletên xerbê li aliyekî çi jî bikin îstiqrar ji kurdan re çênabe. Nesîheta min ji kurdan re ew e ku ji dijminên Îslamê re xwe nekin destikê kêrê. Dixwazin mêranî û cesareta we ji xwe re bixebitînin. Dewletên mezin tu carî ji we re ne muxlis in. Pişta xwe nedin wan."
- "Misilmanan digot serokekî me heye, em pê dişêwirin."
Alimê kurd bi giştî li ser rewşa Alema Îslamê û rûxîna Osmaniyan sekinî û got:"Herçiqas dewleta Osmanî 200 salên dawîn zeîf bû lê dîsa jî mînanî ku meriv bêje mezinekî me heye, hemû li dora wê kom dibûn. Hukim li hemûyan dikir. Misilmanan digot serokekî me heye, em pê dişêwirin û meseleyên xwe hel dikin. Lê dijminan bi mirûra demê hêdî hêdî rêxistinên xwe çêkirin, partiyên bidizî ava kirin û heta piştî Şerê Cîhanê yê Yekem sala 1924an Xîlafet rakirin. Piştî ku Xîlafet rakirin jî heçî yê ku behsa misilmaniyê dikir kuştin."
Muslîm behsa zext û zoriya li Tirliyê jî kir û wiha axivî: "Li Tirkiyê azana bi erebî û hemû tiştên din ên bi erebî rakirin. Dema ku Mishefek yanî Quranek di malekê de didîtin ew mal dişewitandin. Yanî li Tirkiyê zilmeke nedîtî û zexteke xerîb meşandin."
Muslîm bi bîr anî ku, "Zilm û zora vê nifşa berê nêzîkî 100 salî dewam kir. Xelkê me di bin vê înqilaba eskerî gelekî kişand. Hikmekî xwe li parlamentoyê û deverên din tunebû. Hemû tişt bi zor û zilmê bû."
Mistefa Muslîm got, ev serdema ku em tê de ne, ew merhele ye ku dike ev sîstema çewsîner biguhere. Ew tirs û xofa nifşên ku berê bi zilmê li ser piyan diman ji holê radibe. Wek wê nifşa Benî Îsraîlî ku ji zilma Firewn xelas bû û li pey xwe nifşeke nû hişt. Em niha di destpêka wî nifşê nû de ne."
Herwiha bal kişand ser bidawîhatina hukmê ewropayiyan û nirxandina xwe wiha kir: "Ew tiştê ku li Alema Îslamê diqewime qonaxa piştî dagirkeriyê ye. Postalên eskerên ingilîz, hollanda, fransa û spanyayê Alema Îslamê dagir kirin. Lê ew rewşa dagirkeriyê nema dimeşe. Çawa nema dimeşe? Mesela Fransayê li Cezayirê hukim dikir. Ziman ne zimanê xelkê ye, şewqe ne yê wî milletî ye. Exlaq û karakterê îslamê naherike ji wan. Xwestin ku biguherînin, lê nêrîn çênabe vê carê tektîka xwe guherandin, gotin em çi bikin? Em hinekên nêzîkî xwe terbiye bikin, perwerde bikin û bila li şûna van eskerên me hukim li wî xelkê misilman bikin. Gotin bila ew kesên ku şerê li dijî Îslamê ketiye dilê wan li şûna me şerê misilmanan bikin."
Der barê tektîk û stratejiya li ser Alema Îslamê hat meşandin jî wiha pê da çû:"Ew kesên wek nûnerên dagirkeran li serê welatên misilman hatin danîn navê wan Ehmed, Mihemed û Ebdullah in. Zarokê min, ê te û yê wî ye. Bi vî awayî xelk dê bêje ev zarokên me ne hukim li me dikin. Welakin eql, dil û hestê wan giştik ê dijminên misilmanan in. Em niha di wê merheleyê de ne."
Di berdewamiya axaftina xwe da jî Muslîm got: "Niha cîlekî-nifşekî nû radibe. Ev nifş tehemmula îstibdat û talanê nake. Xelk û rêveber îdî bi rastiya xwe dihesin. Zarokên muxlis, zana û têgihîştî radibin. Dema ku hukim û hêz jî di destê wan de hebe înşellah dê serkeftin nêzîk be. Ev tiştekî tebîî ye. Ew tirs, xof û tehdîda li ser alemê hemûyî dikin rakin."
Behsa tirsa welatên Ewropayê li ser Erdogan jî kir û nêrîna xwe wiha anî ziman: "Ew dibêjin eger Tirkiye bi siyaseteke wisa musteqil hereket bike û destûr were guherandin û Erdogan bihêz bibe, ji bo me xeter e. Yanî kevirek ji bînaya ku wan ji bo laîkan çêkiriye bikeve me'neya xwe dê hemû hilweşe. Ew ditirisin ku li şûna bêdînî, bêexlaqî û sîstema wan Îslam were. Divê Tirkiye û AK Partî zanibe ku Ewropa dewleteke wisa tu carî hilnade navxwe. Dewleteke 80 milyon misilman, bi carekê de bikevin Ewropayê û bi hurriyet hereket bikin, şirketan vekin, nasnameyan wergirin û herin werin... Ewropa vê qebûl nake. 5-6 milyon tirk û misilman li Almanyayê hene mane heyirî ka dê çi bikin. 5-6 milyon misilmanên ji Cezayir û Efrîqaya Bakur çûne jî Fransa heyirandine."
Alimê kurd destnîşan kir ku Ewropa Tirkiyê qebûl nake û got: "EgerTirkiye berê xwe bide Alema Îslamê dê bibe serokê wan. Li Alema Îslamê milyarek û nîv însan hene. Yanî ji dêvla ku em serokatiya milyarek û nîv misilman bikin em xwe dixin dûv Ewropayê. Ev ne tiştekî mentiqî û maqûl e. Bila Tirkiye ji bo sermayedarên Îslamî hin îmkanan çêke. Mesela bankeke bêfaîz vekin bêjin em karê bêfaîz dikin. Digotin sermiyanê mal tirsonek e. Niha emniyetê bidin û bêjin bêfaîz e."
Li ser modela welatên misilman jî wiha agahî dan: "Seddam dema Kuweyt îşxal kir got ew wîlayeta 18emîn a Iraqê ye. Yanî hemû nîmet û dewlemendiyên wê ji Bexdayê re ne. Ev cahiliyet e, nezanîn e. Divê hemû herêmên misilmanan bikaribin bi zimanê xwe biaxivin. Mesela Emrîka niha 51 wîlayet in, em jî dikarin welatên îslamî bikin dewletên wisa."
- "Di Alema Îslamê de Tirkiye dikare pêşengiyê bike"
Muslîm got: "Niha li Tirkiyê gelek hurriyetên baş hene. Mesela şaredar tê hilbijartin. Ev dikare firehtir be. Mesela herkes dikare di herêma xwe de zimanê xwe, çanda xwe û bîr û baweriyên xwe bijî. Divê ev îmkan çêbibe. Dewletek gerek sîstemeke wisa ava bike û dilê xwe ji xelkê misilman re veke. Di Alema Îslamê de Tirkiye dikare pêşengiyeke wisa bike. Em lîdertiyeke wisa ji Tirkiye dixwazin û dibêjin bila serkirdeyên AK Partiyê bi vî barî rabin."
Muslîm di mijara Selahaddînê Eyyûbî û tolhildana Ewropayê de ev nirxandin kir: "Ewropa dewra Selahaddîn ji bîr nake. Alimên tarîxê dibêjin 2 millet hene ku di mentiqeyê de dewletê ji wan re çênakin. Tolhildana Ewropayê ji kalikê wan heye. Dewlet nedan kurdan û tolê ji kalikê wan Selaheddîn hiltînin. Ji Berberên Efrîqa Bakur re jî çênakin. Ew jî li Cezayir, Lîbya, Tûnis û Sûdanê hene. Ew jî 30 milyon zêdetir in. Zimanê wan jî Emezîxî ye, îtirafê pê nakin. Bi vê jî tolê ji Tariq Bin Ziyad hiltînin ku Endulus vekiriye. Yanî îbretê ji tarîxê bistînin."
news_share_descriptionsubscription_contact
