06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 07 Nîsan 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Tugrul Turkeş ji bo îdiaya Kiliçdaroglu ya derbeyê da got:"Hewldana derbeyê, hewdana derbeyê ye. Derbeya bikontrol an jî bêkontrol tiştekî wisa nabe. Kesên vê meseleyê şikdar dibin, ji wan kesan re 'nexweşê ruh' tê gotin. Ez ne bawer im nexweşên wiha li Tirkiyeyê hebin. Ji ber vê ev îthameke bêbingeh e."
Turkeş bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) û rojev nirxand.
Alîkarê Serokwezîr Turkeşê ku di saet 10.00an da beşdarî civîna Maseya Edîtoran a AAyê bû û der barê rojevê da bersiva pirsên edîtor û nûçegihanan da û got ku êrîşa li Îdlîbê rejimê kiriye û mixabin li dijî sivîlan kiriye, mixabin pêşiyê zarok û jin mirine û xwest ew tesbît bên kirin û wiha pê da çû:"Bi rastî tiştekî gelekî hovane ye, ev ne şer e. Mirov nikare bibêje ev şer e. Bi çekên kîmyewî mirov qetil kirin. 'Ewqas' Ya duyemîn parastina vê êrîşê jî zeîf e."
Turkeş got ku ji serê ser da der heqê rejima Esed da fikra wan neyênî bû û wiha dewam kir: "Em vê fikra xwe mihefeze dikin. Ji zû va ye ku hem Serokomarê me hem Serokwezîrê me dibêjin ku Sûriye bi vê rêvebiriyê va nayê birêvebirin. Li gor min em ê vê helwesta xwe ya tund mihefeze bikin."
Arîkarê Serokwezîr Turkeş got:"Di sala 1980yê de ya ecêb ew bû ku Alparslan Turkeş piştî îxtilala 12 îlonê bi hinceta ku 'dixwaze rejima zilamê tenê çêbibe û qanûna bingehîn bê guherandin' hat darazandin. Tirkiye ji rojên eceb derbas bû û heta îro hat."