İbrahim Atmaca
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
ANKARA
Parlementerê Diyarbekirê yê HDPê Altan Tan bi bîr xist, referanduma ku Herêma Kurdistana Iraqê di 25ê îlonê da kir li Tirkiyeyê pir hat nîqaşkirin, li Meclisê mehekê behsa vê mijarê hat kirin û wiha dewam kir: "5 hezar ulkucuyan xwe amade dikir ku herin têkevin Kerkûkê. Çawa bû ku Kerkûk hat jibîrkirin? Hûn rehet bûn ku Heşda Şabî ket wir û Îran li herêmê desthilat bû? Çawa bû Kerkûk, 5 hezar ulkucuyê ku wê biçûna Kerkûkê çi bi wan hat? Birêz Bahçelî çi difikire der heqê statuya Kerkûkê da. Tirkmenên Kerkûkê hatin jibîrkirin? Ez tenê dixwazim bi bîr bixim."
Tan li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku wî pêşniyaza qanûnê da ku ji malbatên malên wan di operasyona terorê ya li Sûra navçeya Diyarbekirê da xerab bûn û mexdûr bûn kesek di qamûyê da were îstixdamkirin.
Tan îdia kir ku li Sûrê dora 3 hezar malbatan mexdûr bûn, malên wan xerab bûn û li derva man. Tan wiha dewam kir: "Li Sûrê him xwediyê malan him malbatên ku di kirê da bûn, ji destpêka ku malên wan xerab bûn pê va bira li gor qeyda mixtariyê û îqametgahê ji her malbatên Sûrê herî kêm kesek di kadroyên dewletê da werin îstixdamkirin. Çarçoveya pêşniyaza qanûnê ev e."
Tanê HDPyî bi bîr xist, referanduma ku Herêma Kurdistana Iraqê di 25ê îlonê da kir li Tirkiyeyê pir hat nîqaşkirin, li Meclisê mehekê behsa vê mijarê hat kirin û wiha dewam kir: "5 hezar ulkucuyan xwe amade dikir ku herin têkevin Kerkûkê. Çawa bû ku Kerkûk hat jibîrkirin? Hûn rehet bûn ku Heşda Şabî ket wir û Îran li herêmê desthilat bû? Çawa bû Kerkûk, 5 hezar ulkucuyê ku wê biçûna Kerkûkê çi bi wan hat? Birêz Bahçelî çi difikire der heqê statuya Kerkûkê da. Tirkmenên Kerkûkê hatin jibîrkirin? Ez tenê dixwazim bi bîr bixim."
Tan dema ku diaxivî du caran ser hev ji dêvla ku bibêje "Kerkûk" got "Qudis" û wiha got: "Ez cardin Qudis dibêjim... Heke bikaribin herin Qudsê ew baş e, lê ew jî tuneye."