Önder Beyter
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê plana Amerîkayê ya naskirina Qudsê wekî paytexta Îsraîlê da ligel Serokwezîrê Malezyayê Necîp Rezaq, Serokomarê Tûnisê Bacî Qaîd Sîbsî û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî bi têlefonê xeberda.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Serokomariyê hat wergirtin, Serokomar Erdogan ji bo nirxandina geşedanên têkildarê Qudsê bi rêya têlefonê peywendiyan datîne.
Erdogan îro serê sibê ligel Serokwezîrê Malezyayê Rezaq, Serokomarê Tûnisê Sîbsî û Serokomarê Îranê Ruhanî peywendî danî.
Erdogan di van peywendiyan da bal kişand ku hewldana wekî paytexta Îsraîlê naskirina Qudsê wê li Rojhilata Navîn pêvajoya aştiyê têk bibe. Erdogan herwisa diyar kir ku ji bo aştî û îstiqrara herêmê, divê di çarçoveya sînorên 1967an da dewleteke Filistînê ku serbixwe û serwer e û Qudsa Rojhilat paytexta wê ye, were damezirandin.
Erdogan da bibîrxistin ku biryara îlhaqkirina Qudsê ya ku Îsraîlê di 1980yan da wergirt, ji aliyê civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî va hat redkirin. Herwisa Erdogan bal kişand ku Qudis ji bo misilmanan jî bajarekî pîroz e û herwiha hemû welatên îslamê di mijara Qudsê da hesas in.
Di axaftinan da hat diyarkirin ku her teşebuseke guhertina statuya Qudsê wê ji alema îslamê berteka xwe bistîne û wê li ser aştî û îstiqrarê karîgeriyeke neyênî bike.
Serokomar Erdogan ji her serokekî ku pê ra xeberda ra got ku Tirkiye wê wekî Serokê Serdemê yê Teşkilata Hevkariya Îslamî li Stenbolê di 13ê berfanbarê da Civîna Îslamî ya Awarte li dar bixe.