Abdullah Tel
30 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2018
TBMM
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan qala Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku li Efrînê dewam dike kir û got: "Heke Tirkiyeyê di vî 15 salên dawîn da wan gavên di qada pîşeya parastinê da neavêta, ne Operasyona Çiqlê Zeytûnê, wê çaxê nikaribû di nav sînorên xwe da jî li dijî terorê operasyonan bibe serî."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan di Civîna Partiya xwe ya li Meclisê da axivî û bi bîr xist ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya li ser Efrînê di 20ê rêbendanê da roja şemiyê dest pê kiriye hê jî dewam dike.
Serokomar Erdogan qala civîn û hevdîtinên ku ji bo pêşketina milet û welêt bi lîder û pêşengên welatên din ra dike jî kir û wiha pê da çû: "Em hetanî Tirkiyeyê negihêjînin hedefên wê û miletê xwe dernexin cihê ku heq dike bê sekn û sebat emê xebatên xwe bidomînin."
Di axaftina xwe da Serokomar qala ASAyê kir û got ku ew jî wekî Quwayî Miliyeyê welatê xwe diparêzin û wiha pê da çû: "Artêşa Sûriyeya Azad ji kesên bo parastina welatê xwe hatine bal hev pêk tê, em jî piştgiriyê didin, ew dişibin hêza Quwayî Miliyeya me ya Şerê Rizgariya û rêxistinbûneke sivîl e."
Di qada parastinê da cihê ku Tirkiye di nav welatên dinyayê da niha lê ye jî di rojeva Serokomar Erdogan da cih girt û ji bo fehmkirina hêza Tirkiyeyê wî Operasyona Çiqlê Zeytûnê mînak nîşan da û wiha dewam kir: "Heke Tirkiyeyê di vî 15 salên dawîn da wan gavên di qada pîşeya parastinê da neavêta, ne Operasyona Çiqlê Zeytûnê, wê çaxê nikaribû di nav sînorên xwe da jî li dijî terorê operasyonan bibe serî."
Serokomar Erdogan got ku armanca sereke ya Tirkiyeyê di qada parastina neteweyî da îmalkirina hemû amûrên parastinê ne.