MARDÎN
Serokê Giştî yê BDPê Demîrtaş got: "Şoreşa Rojavayê heta ku bi cih nebe em ê nesekinin û dengê xwe nebirînin. Em ê li her derê qala daxwazên xwe bikin."
BDP û HDPyê li Nusaybîna navçeya Mardînê ji bo ku dîwarê ewlehiyê yê ku li sînorê Tirkiye û Sûriyeyê tê çêkirin protesto bikin mitîng li darxistin.
Demîrtaş jî piştî vê mitîngê li ber avahiya partiya xwe ya Nuseybînê daxuyanî da endamên çapemeniyê. Demîrtaş destnîşan kir ew zext û zora piştî mitîngê li cihê ku jin û zarok lê bûn hatiye kirin şermezar dike û wiha dewam kir: "Ez dixwazim destnîşan bikim ku gelê me ji ber tundî û zordariyên wiha paşta venakişe. Bi tevgera me ya îroyîn a li Nûseybînê, greva birçûbûnê ya Ayşe Gokkan û yên hilbijartî, bi rojiya mirinê peyama me gihîşt armanca xwe. Rayerdaran diyar kir ku çêkirina dîwar dane sekinandin. Înşeallah careke din tiştekî wiha bêhişî nakin. Bi taybetî ji bo ku bi Rojavayê re bazîrganî bê kirin, astengiyên li ber alîkariya mirovahî bên rakirin û piştgiriya ku didin komên nijdevan bên birîn em ê bi biryar bin û vê daxwaza xwe jî her tim bînin ziman. Şoreşa Rojavayê heta ku bi cih nebe emê nesekinin û dengê xwe nebirin. Em ê li her derê qala daxwazên xwe bikin. Ew çawa li me binêrin û nêzî me bibin em ê jî wisa li wan binêrin û nêzî wan bibin."
Demîrtaş qala rewşa tendûristiya Seroka Şaredariya Nûsaybînê Gokkanê jî kir û got: "Rewşa Seroka Şaredara me baş e. Piştî ku kontrolên wê bên kirin dê vegere ser karê xwe."