Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş der barê Balafirgeha Hekariyê ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu dê îro vekin de wiha got: "Wê di vekirina Balafirgeha Geverê de dubare li me heqaretê bike, dê li HDPyê û kesên ku dengê xwe didin HDPyê heqaret bike. Ez eşkere dibêjim, çêkirina rê û balafirgehan ji bo vî welatî bixêr e. Keda kî çêbûbe bira Xwedê jê razî be. Ji karkeran heta endazyaran, ez spasiya hemû kedkarên wê dikim, lêbelê tu xizmeta xwe ji bo ku heqaretê li gel bikî biemilînî, wêçaxê tu qîmeteke wê namîne."
Demîrtaş di axaftina xwe ya li mitînga partiya xwe ya li taxa Esentepeya Denîzliyê de îdia kir ku Tirkiye bi rewşeke pir krîtîk re rûbirû ye.
Demîrtaş der heqê hilbijartina 7ê hezîranê de wiha xeberda: "Yan dê bi asoyeke nû ve rê li ber aşitî, birayetî, demokrasî û azadiyê vebe, yan jî dê rê li ber bobelata dîkratorî û yek meriviyê ya bi hewasa kesekî vebe."
- Vebûna Balafirgeha Geverê
Demîrtaş di axaftina xwe de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan rexne kir û got ku Serokomar bêalî namîne û propagandaya AK Partiyê dike û wiha dewam kir:
"Îro li Gevera Hekariyê vekirina balafirgehê heye. Dil dixwest ku dema ku serokomarek ji bo vekirina balafirgehê hat Geverê em jî bi pê re bûna, lêbelê ez dizanim ku ew ji bo propagandaya AKPyê hatiye wir. Ma em mecbûr in, serokomarekî ku propagandaya AKPyê dike, pêşewazî bikin? Evê dîsa biçe û wê di vekirina Balafirgeha Geverê de dubare li me heqaretê bike, dê li HDPyê û kesên ku dengê xwe didin HDPyê heqaret bike. Ez eşkere dibêjim, çêkirina rê û balafirgehan ji bo vî welatî bixêr e. Keda kî çêbûbe bila Xwedê jê razî be. Ji karkeran heta endazyaran, ez spasiya hemû kedkarên wê dikim, lêbelê tu xizmeta xwe ji bo ku heqaretê li gel bikî biemilînî, wêçaxê tu qîmeteke wê namîne."