İSTANBUL
Dadgeha Cezayê ya Giran a 13emîn a Îstanbulê biryar da ku Parlementerê CHPê yê Îzmirê Mustafa Balbay yê ku ji ber doza Ergenekonê bersûc e û girtiye bê tehliyekirin.
Beşa Yekem a Dadgeha Makezagonê xebatên xwe yên di der barê Parlementerên CHPê Mustafa Balbay û Mehmet Haberal de temam kirin. Piştî ku sererastkirin bên kirin, sibê piştî nîvro biryara pêwîstkerî dê bişînin Dadgeha Cezayê ya Giran a 13emîn.