TBMM
Di rapora Komîsyona Nirxandina Çareseriyê de hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê serjimara kurdan ji sedî 12 û 20 e, lê Kurd bi tenê li cihekî tunene. Kurd belavî her derê Tirkiyeyê bûne, ew û tirk bi hev re dijîn, wek coxrafî bi awayekî diyar ji hev veqetinek tuneye. Ji ber wê yekê ji bo kurdan birêvebirineke cuda ya ku sînorên wê diyar in, bi mantiqî nîne. Modeleke li ser bingehên wekheviyê avakirî ya ku birêvebirinên herêmî bihêz in, dibe ku ji bo çareseriyê guncavtir be."
Di rapora ku ji 450 rûpelan pêk tê de ji "Serjimara kurdan bigire heta serhildanên kurdan, jimara gundparêzên berwerxt, pereyê ku dan mexdurên terorê gelek mijarên der barê pêvajoyê de" gelek nirxandinên girîng cî digirin.
Di raporê de gotin ku "Kurd yek ji gelên niştecih yên Anadoluyê ye, bi koçkirinê nehatina vî welatî. Di nav kurdan de taybetiyên wekî piraniya ciwanan, xizanî û betalî heye. Lê ev cihên din yên welêt jî heye. Xizmbûna çandî û siyasî ya kurdan bi Iraq, Îran û Sûriyê re hene."
Di raporê de hat destnîşankirin ku di Hereketa Dersîmê ya ku di hezîrana sala 1938an de qediya de, li gor agahiyên fermî 13 hezar kes hatin kuştin. 347 malbatên ku ji 3 hezar û 470 kesan pêk tê yên ku ji hêla Wezîrê Karên nevxaweyî yê wê heyamê Şukru Kaya ve hatin hilbijartin belavî bajarên rojava yên wekî Tekîrdag, Edîrne, Kirklarelî, Balikesîr, Manîsa û Îzmirê kirin. Malbat wisa hatin bicîkirin ku jimara tu malbatê ji 5 kesan jor nebû û bi vî awayî têkiliya di navbera malbatan de bi temamî hat qutkirin.
Di raporê de cî dan 29 Serhildanên Kurdan:
"1806 Bûyera Babanzade Avdirehman Paşa, 1833 û 1837 Mîr Mihemed (Bûyera Soran), Bûyera Bedirxan, 1855 Bûyera Êzdinşêr, 1878 û 1881 Bûyera Şêx Ûbeydullahê Nehrî, 1919 û 1922 Bûyera Simko (Simko Axa), 11ê Gulana 1918 Bûyera Elî Bati, 21ê Gulana 1919 Bûyera Mehmûd Berzencî, 16ê Adara 1921an Bûyera Koçgiriyê, 12 û 28ê Îlona 1924 Serhildana Nastûriyan, 13 Sibatê û 31 Gulan 1925 Serhildana Şêx Seîdê Palo, 9 û 12 1925 Hereketa Tedîbê ya Raçqotan û Ramanê, Serhildanên Sasonê yên di salên 1925 û 1937, 16 Gulan û 17 hezîran Serhildana Agiriyê ya Yekem, 7 Cotmeh û 30 Sermawez 1926 Serhildana Koçûşagi, 26 Gulan û 25 Tebax 1927 Serhildana Mûtkiyê, 13 û 27 Îlon 1927 Serhildana Agiriyê ya Duyem, 7 Cotmeh û 17 Sermawez 1927 Hereketa Tenkîlê ya Bîcalê, 22 Gulan û 3 Hezîran 1929 Serhildana Asî Resûl, 14 û 27 îlon 1929 Hereketa Tendûrekê (Serhildana Şêx Evdilqadir), 20 Gulan û 9 Hezîran 1930 hereketa Tenkîlê ya Savûrê, 20 Hezîran 1930 Serhildana Zîlanê, 16 Temûz û 10 Cotmeh 1930 Serhildana Oramarê, 7 û 14 Îlon 1930 Serhildana Agiriyê ya Sêyem, 8 Cotmeh û 14 Sermawez 1930 Serhildana Pilumurê, Îlon 1930 Serhildana Mehmûd Berzencî ya Duyem, Kanûna Paşîn 1937 Serhildana Sasonê yaDuyem, 21 Adar 1937 Bûyerên li Dersîmê, 14 Tebax 1984 Rasera PKKê ya li Erûh û Şemzînanê."
Di raporê de dan zanîn ku komîsyonê jêrekomîsyonek ava kir û bi girtî û mehkûmên PKKyî û KCKyî yên di girtigehê de axivî. Ev kes bi kurtasî wiha axivîn: "Xebatên ku tên kirin hêja ne, girîngî didin van xebatan, serokê her du aliyan jî bi hêz in û ev yek jî ji bo çareserkirina pirsgirêkê derfeteke mezin e, di bin banê TBMMê de avakirina komîsyonekî ji bo me gelekî girîng û watedar e, Hevdîtinên bi Ocalan re û daxuyaniyên Ocalan yên di der barê pêvajoyê de li girtgîhen erênî tê dîtin, vê heyamê bereksê 1999an di girtîgehan de der barê pêvajoyê de geşedana tu fikrên dijber tunene."
Di raporê de li ser nîqaşên der barê xweseriyê de jî sekinîn.
Di raporê de hat destnîşankirin ku terîmên "xweserî" û "xweseriya herêmî" tên tevlihevkirin û raya giştî li ser van terîman li hev nake. Di raporê de pênaseya "Xweseriyê" wiha hat kirin: "Xweserî rewşeke wisa ku yekineyek bikare xwe bixwe bi rê ve bibe, biryarên xwe bixwe bide. Xweseriya Herêmî ( Local Autonomy) jî wiha hat pênasekirin: "Xweseriya Herêmî ( Local Autonomy) jî ji bo ku demokrasiya beşdarî zêdetir bibe, bê parastin û bihêzkirin, birêvebiriyên herêmî bi hêmanên ku bi awayekî azad pejirandin, birêvebirinên herêmî dê karên herêmî di bin berpirsyariya xwe de bi hêmanên ku bi awayekî azad hilbijartine bike û ji bo bicîanîna vê yekê jî çavkaniyan bi dest bixe."
Di raporê de hat destnîşankirin ku di xweseriyê de hêza îqtidarê di navbera birêvabirina navend û herêmên xweser de tê parvekirin. Di raporê de gotin ku di xweseriyên herêmî de desthilatê tune ye. Xizmetên herêmî di nav sînorên ku birêvebirina navend diyar kiriye de, tê kirin.
- Jimara kurdan çiqas e?
Di raporê de hat diyarkirin ku texmîn dikin ku serjimara kurdan ya li Tirkiyeyê ji sedî 12 û 20 e, piraniya wan li rojhilat e lê li her derê welêt belav bûne û têkiliyên mervatiyê danîne. Li gor lêkolîna ku Tirkiye xist 12 parçe û wisa hat kirin de, tenê li herêmên Rojhilat û başûrê rojhilatê ji sedî 50yî jor kurd hene, lê kurd li rojhilatê bakurê Anadolûyê, Îstanbûl, Anadolûya Rojava, Ege, Marmaraya Rojhilat û Herêma Behra Spî jî gelekî kurd hene.
Li gor "Rapora Di Mijara Kurdan de Encamên Lêkolîna Hêvî û Bîrbirinê" belavbûna kurdan ya li herêman wiha ye: "Rojhilatê Navînê Anadolûyê 29.3 , Rojhilatê Başûrê Anadolûyê; 26.7, Îstanbûl; 17.5, Rojhilatê Bakurê Anadolûyê ji sedî 10, li herêmên din bi tevahî: ji sedî 16.6."
Di raporê de hat diyarkirin wekî ku ji van daneyan tê fêhmkirin kurd belavî her derê Tirkiyeyê bûne, ew û tirk bi hev re dijîn , wek coxrafî bi awayekî diyar ji hev veqetinek tune. "Ji ber wê yekê ji bo kurdan birêvebirineke cuda ya ku sînorên wê diyar in, zehf bi mantiqî nîne."
Di raporê da hat gotin ku " Hem di heyama Osmaniyan de hem jî di heyama Komarê de di tu belgeyên hiqûqî de tu hikmên ku nîşan dide ku kurdan birêvebirineke siyasî avakirin, tune ne. Digel şerê ku ev 30 salên berdewam dike, di navbera tirkan û kurdan de jihevveqetîneke mezin çênebûye."
- "Divê muessesaya gundparêziyê bê tasfiyekirin"
Di raporê de li ser gundparêzên berwext jî agahî hat dayîn. Di raporê de der barê jimara gundparêzan de agahî hat dayîn. hat gotin dikarin muesseseya gundpariziyê bê rakirn, dema vê yekê dikin divê kesên ku bi salan xizmeta dewletê kirine divê neyên mexdûrkirin.
- "Milyonek mayîn ên ku tên zanîn hene"
Li gor daneyên Wezareta Parastina Neteweyî li Tirkiyeyê mayînên ku hatine raxistin 977 hezar û 922 heb in, lê yên ku rêxistinan bi cî kirine û yên nayên zanîn di nav vê jimarê de nînin.
news_share_descriptionsubscription_contact
