Mümin Altaş
20 Hezîran 2023•Rojanekirin: 20 Hezîran 2023
Dema ku Civîna Lijneya Biryar û Rêvebiriya Navendî ya AK Partiyê bi serokatiya Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan dewam dikir, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk daxuyanî da.
Çelîk daxuyand ku di civînê da rojeva sereke nirxandina encamên Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28emîn e û ew ê nirxandina encamên hilbijartinê bidomînin.
Çelîk diyar kir ku ew di her civîna çapemeniyê da wekî bangewaziya mirovahî û wijdanê li ser dayikên Diyarbekirê jî disekinin.
Çelîk daxuyand, têkoşîna dayikên Diyarbekirê 1386 roj in dewam dike ku ewladên xwe ji rêxistinên terorê rizgar bikin û bigihêjin ewladên xwe. Çelîk destnîşan kir ku ew di vê mijarê da bêdengiya rêxistinên navneteweyî hê jî not dikin.
Çelîk got ku ji bo parastin û xurtkirina demokrasiyê ya herî girîng bi awayekî gelekî xurt domandina têkoşîna terorê ye û wiha dewam kir, "Di dewra hikûmetên me da ji bo parastina pergala me ya makezagonî, dewleta me ya hiqûqê, hizûra civaka me, ewlehiya can û malê însanê me û parastina pergala qamûyê, me têkoşîna terorê bi hesasiyeteke mezin meşand. Li gor telîmatên Serokomarê me, têkoşîna biryardar a ku saziyên me yên eleqedar dane, nîşaneya wê yekê ye ku ji PKKyê bigire heta FETO, DEAŞ û rêxistinên terorê yên din em ê vê têkoşîna xwe bi berfirehî bidomînin."
Çelîk der barê zêdekirina kirêya xaniyan da jî wiha got, "Bila welatiyên me ji vê yekê musterîh bin. Gilî û gazinên ku der barê kirêyan da ji me ra gotin, em ji nêz va dişopînin. Em ê di vê mijarê da têkoşîna xwe zûtirî bidin, tesîra wê berfireh bikin û bidomînin."