Elif Orhan
02 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
ANKARA
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk piştî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê (MKYKê) ya partiya xwe daxuyanî dan.
Berdevkê AK Partiyê Çelîk derbarê ziyareta Serokomar Erdogan ya Almanyayê wiha got, "Em dikarin bibêjin ji bo ku pirsgirêkên me yên bi Almanyayê re bên çareserkirin, rûpeleke nû vebe ev ziyaret gihaşt armanca xwe."
"DEAŞa Ewropayê, rasta radîkal e"
Çelîk got, "DEAŞa Ewropayê, rasta radîkal e. DEAŞ ji bo Rojhilata Navîn çi be ji bo Ewropayê jî rasta radîkal heman tişt e."
"Pêşniyaza efûyê ya MHPyê"
Çelîk derbarê pêşniyaza efûyê ya MHPyê de wiha axivî, "Xebat û nirxandina partiyê ha temamkirin, di asta dawîn de ye lê hêj biryarek tam nehatiye dayîn."
"Biryara fonê ya PEyê bi temamî helwesteke îdeolojîk e"
Çelîk bal kişand ser biryara fonê ya PEyê û wiha got, "Helwesta li vir helwesteke demokratîk nîne, helwesteke di nav piştevaniyê de nîne. Bi temamî helwesteke îdeolojîk e. Mixabin ku ev fanatîzma îdeolojîk her ku diçe li PEyê tesîrdar dibe. Di hişê xwe de hevkêşeke wekî hember arîkariyên malî yên ku ji bo Sûriyeyiyan hatine şandin birîna van fonan kirine. Ev hevkêşekî gelekî bixetere ye."
"Birêz Kiliçdaroglu hat wê ku astê hesasiyet nîşan dide ev yek kêfxweşiyê dide"
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk: "Birêz Kiliçdaroglu hat wê astê ku hember kesen ku êrîşê bang û alaya me dikin hesasiyet nîşan dide ev yek kêfxweşiyê dide."
Çelîk derbarê rexneyên Kiliçdaroglu jî got, "Agahiyên malî yên dewletê kî emanetî kê dike. Agahiyên malî yên dewletê di ajandaya Komara Tirkiyeyê de ne. Heke mirov ev qas zêde û ji rêzê peyva 'rûmet' û 'heysiyetê' bi kar tîne nexwe di hişê wî bixwe de der barê têgehên rûmet û heysiyetê de kêmasiyeke gelekî mezin heye. Divê ew vê kêmasiyê temam bike."
"Îtifaqa hilbijartina herêmî"
Berdevk Çelîk: ji bo îtifaqa hilbijartina herêmî wha got, "Teqwîma der barê vê de tabî di nav seyra xwe de didome. Dê hevdîtinên nav heyetan çêbin. Birêz Serokê me yê Giştî û Birêz Bahçelî dê bên bal hev. Der barê dîmena ku di van hevdîtinên nav heyetan de derket holê de dê çarçoveya polîtîk a dawîn diyar bikin."