27 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2016
HEWLÊR
Berdevkê Rêvebiriya Herêma Kurd a Iraqê (HKI) Sefîn Dizayî tevlî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya AAyê bû.
Dizayî di dengdayînê da di kategoriyên "nûçe", "jiyan" û "spor"ê da ji bo 3 wêneyan raya xwe da.
Berdevkê hikûmetê Dizayî di kategoriya nûçeyan de wêneyê Mahmud Rslan a dema ku balafirên şer ên Rûsyayê êrîşê Helebê dikin Umran Daknesê 5 salî di êrîşê de birîndar dibe kişandiye, hilbijart.
Dizayî got ku wêneyê Umran bu sembola êşa ku li Sûriyeyê tê kişandin û wiha axivî: "Dema wêneyê vî zarokê birîndar di medyayê de hat weşandin, ew bêdengiya wî ya ku nikare hestên xwe bibêje bû sembola dramê. Ji ber vê vê wêneyê di hemû dinyayê de olan da. Mixabin dramên mirovahiyê li Sûriyeyê û cihên din dewam dike. Em hêvî dikin ku di demeke lez de hemû şer dawî bibin û zarok jî bibin xwedî dahatûyeke baş."
Dizayî di kategoriya jiyanê de wêneyê Arîf Hudaverdî ya bi navê "Pişîkên Mizgefta Ezîz Mehmud Hudayî" hilbijart.
Di kategoriya sporê de jî Dizayî wêneyê Cem Ozdel a bi navê "Şampiyoniya Rodeo" hilbijart.