12 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2017
ANKARA
Parlamenterê Meclisa Iraqê li ser sîteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mecîd Şengalî ragihand ku hikûmeta Bexdayê di meseleya derxistina rêxistina terorî PKKê ji Şengalê de ne ciddî ye û PKKê bi xwe gotiye ku Iraq arîkariya wan dike.
Parlamenterê PDKê li ser malpera resmî ya partiya xwe diyar kir eger Bexda bixwaze PKKê ji Şengalê derxîne dê çima arîkariya wê bike?
Şengalî, dibêje Berdevkê Hikûmeta Iraqê Seed el-Hedîsî ji wan re ragihandiye ku Bexda amade ye hêzekê ji Artêşa Iraqê û pêşmerge pêk bîne û parastina Şengalê bi wê hêzê bike. Bi vî awayî jî PKK dê ji Şengalê were derxistin.
Siyasetmedarê PDKê bal kişand ser wê yekê ku eger Bexda di biryara xwe de ciddî be çima arîkariya PKKê dike? Lewra PKKê bi xwe ragihandiye ku Iraq li piştgiriya wan berdewam e.
Şengalî got hebûna PKKê li Şengalê ne qanûnî ye û eger dernekeve ew bi xwe dê zirarê bike û wiha axivî:
"Li gor destûra Iraqê mayîna PKKê li Şengalê ne qanûnî ye. Nabe ku ji xeynî hêzên Iraqî tu hêzeke din li herêmê hebe. Hebûna PKKê li herêmê jî ne huqûqî û destûrî ye. PKK hêzeke ji derveyî parastina Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Loma eger PKK dernekeve ew bi xwe dê zirarê bike."
Li ser xebatên derxistina PKKê ji herêmê Şengalî wiha got: "Hemû aliyên eleqedar ji bo derxistina PKKê ji Şengalê di dewrê de ne. Emrîkayê jî bi rêya Berdevkê Wezareta Derve ragihandiye ku nabe PKK li Şengalê bimîne. Lewra heta ku PKK li Şengalê be bajar ava nabe û xelk venagere mala xwe."