12 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Em baş dizanin ku rêxistinên terorê maşik in, em têkoşînê li dijî hêzên li pişt wan in, didin. Haya me ji vê rastiyê jî heye ku heke em maşikan ji holê ranekin, em nikarin têkoşîna hêza li pişt wan qezenc bikin. Ji ber vê ji bo ku rêxistina terorê nikaribe tevbigere me hemû tevdîr dîtin. "
Serokomar Erdogan: "Yên ku hetanî duh di bin banê DEAŞê da xûn dirêtin, em lê dinihêrin ku îro bi nasnameya PYD/YPG dertên pêşberî me. Heke hûn behsa 'FETO'yê jî bikin, kê dijminê welatê me û milletê me ye, ev rêxistin hemû derfetên xwe didin ber fermana wan. Bûye rêxistineke ev qas bê exlaq, qirêj û xwe difroşe."
Serokomar Erdogan: "Yên ku dudil tevdigeriyan û digotin ku vê rêxistinê (FETO) li Tirkiyeyê hewldana derbeyê nekiriye, ez bawer im piştî suîqesta Balyozê Federasyona Rûsyayê qanî bûn."
Serokomar Erdogan got, "Hûn dibînin dîmenên ku di xebatên guherandina qanûna bingehîn da derdikevin wisa nîne? Heqe desthilatdarî bêyî şert û merc di destê gel da ye şekl û şemala xebata Meclisê eşkere ye. Tê werê derkevî wî kursiyî û çi gotina te hebe bêjî, paşê di dewsa xwe da rûnêyî. Ew kursiya ji bo xilşandinê li wê derê nîne. Ew kursiya bi tenê ji bo kesên ku gotina wan heye li wê derê ye."
Serokomar Erdogan: "Em hêvî dikin ku êdî di vê qonaxê da qet nebe lîstik eşkere bên lîstin. Tu kes bona PYDyê nikare bêje, 'Eleqeya van bi PKKyê ra tuneye'. Ji ber ku di weşanên ku piştevanên wê NATO ye da ev peywendî, ev têkilî digel hemû delîlan derket holê. Êdî tu kes nikare bêje 'Tekane pêşanî û armanca me têkoşîna dijî DEAŞê ye'. Ji ber ku helwesta li hemberî operasyona Tirkiyeyê ya li Babê da nîşan ku hesasiyeteke bi vî rengî tuneye."
Serokomar Erdogan got, "(Hevdîtinên teklîfa guherandina qanûna bingehîn) Pêşîlêbirîna xebatên parlementoyê, dirêjkirina pêvajoya xebatan, ev kêrî tu tiştî nayên. Hûn çi dikin bikin, 15 roj nebe jî ew ê di mehekî da ez bawer dikim temam be û here ber destê gel. Heke rêzê nîşanî gel didin, heke bi îradeya gel bawer dikin, heke baweriya bi gotina Xazî Mustafa Kemal a ku dibêje 'desthilatdarî bêyî şert û merc di destê gel da ye' hebe, wê çaxê bihêlin bira mizakere xilas bibin û ev here ber destê gel, gel çi biryarê dide em bi hev ra ji bo wê biryarê bêjin êwellah."
Serokomar Erdogan: "(Guftûgokirina li ser pêşniyaza guhertina makezagonê) Dinya diguhere, herêma me diguhere, Tirkiye diguhere, gotina 'Em destûrê nadin ku hûn destê xwe biavêjin tu tiştî, bira her tişt wek xwe bimîne' ji serî heta binî teasûb e."
Serokomar Erdogan: "Li vî welatê kî li ser rejimê nîqaşan bike an vê behsê veke, hûn zanibin ku derdê wî ne rejim e tiştekî dinê ye. Wekî hemûyan ew jî zanin ku li Tirkiyê meseleyeke wiha tuneye. Tenê hesesiyeta qismekî civakê ya di vê mijarê de îstîsmar dikin û bi vî awayî wezîfeya xwe ya eslî îhmal dikin, yanê hewl didin ku ser kêmasiya xwe ya muxalefeta siyasî bigirin."