İbrahim Atmaca
26 Tebax 2018•Rojanekirin: 26 Tebax 2018
BÎTLÎS
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Wê nikaribin me perçe bikin, heta ku em yek bin, li ser xwe bin bi destûra Xwedê bi awayekî pir cuda înşeallah em ê ber bi 2023yan bimeşin, ber bi 2053yan bimeşin û ber bi 2071an bimeşin."
Srokomar Erdogan bi wezîr û fermandaran ra di çarçoveya bernameya pîrozbahiyên salvegera 947em a Serkeftina Milazgirê da li Xelata navçeya Bitlîsê Goristana Meydanê ya Selçûqiyan ziyaret kir û xîtabî gelê ku li ber goristanê civiyan kir.
Serok Erdogan diyar kir ku Siltan Alparslan konê xwe li Xelatê danî û ber bi Milazgirê va meşiya.
Serokomar Erdogan got, "Vêga em jî hatin vê derê û me xwest ku em ji 200î zêdetir qehremanan ra ku hemû hejmar pir zêde ye Fatiheyekî bixwînin û wan bi bîr bînin û me xwest ku em xebatên xwe yên li vê derê jî leztir bikin." û wiha dewam kir, "Em bi hevalên xwe yên wezîr ra li vê derê ne. Em ê ji vir derbasî Milazgirê bibin. Vêga li Milazgirê bi deh hezaran kes hene. Ji we ricayeke min a din heye. Hûn dizanin beriya her tiştî em ê bibin yek, li ser xwe bin, bibin bira û hemû hev ra bibin Tirkiye."
Erdogan di axaftina xwe da li ser girîngiya yekîtî û bihevrabûnê kir û wiha dewam kir:
"Em ê vê jî jibîr nekin, yek milet, yek ala, yek welat, yek dewlet. Wê nikaribin me perçe bikin, heta ku em yek bin, li ser xwe bin bi destûra Xwedê bi awayekî pir cuda înşeallah em ê ber bi 2023yan bimeşin, ber bi 2053yan bimeşin û ber bi 2071an bimeşin. Em ê wan fthan nebînin, lê hûn ê bibînin. Zarokên me wê bibînin. Em ê ji wan ra Tirkiyeyeke cuda ava bikin. Ji bo vê ji bo Xwedê ji hevdu hez bikin. Rikê xwe nekutin hevdu."
Erdogan axaftina xwe bi diayê va dawî kir û wiha got, "Hûn dizanin pir eşkere û zelal e, ew jî ev e; 'Hûn hemû bi hev ra bengê Xwedê qewî bigrin, nekevin ferq û cudahiyê.' Em ê nekevin ferq û cudahiyê."