İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Ji derve tu kes nayê û pirsgirêkên me hel nake. Bi tenê em dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin."
Serokomar Erdogan li Navenda Kongreyê ya Îstanbûlê di 30yemîn civîna Komîteya Daîmî ya Hevkariya Bazirganiyê û Aboriya Teşkîlata Hevkariya Îslamê (ÎSEDAK) de wek serokê daîmî axivî. Erdogan destnîşan kir ku xebatên ÎSEDAKê her tim ji nêz ve dişopîne.
Serokomar Erdogan di piraniya xeberdana xwe de bal kişand ser pirsgirêkên ku erdnîgariya Îslamê pê re têdikoşe û wiha dewam kir: "Heke em bibin yek û bi hevdu re tevbigerin wê demê em dikarin di demeke kurt de dawî li tenêtiya Filistînê ya ku ev demeke dirêj e dewam dike bînin. Ji derve tu kes nayê û pirsgirêkên me hel nake. Bi tenê em dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Binêrin ez eşkere dibêjim, kesên ku ji derve tên ji nefta ku li ser erdnîgariya Îslamê hez dikin, zîv, zêr û almastên wê hez dikin. Ji kêda erzan hez dikin, şer, pevçûn û nelihevkirinan hez dikin, bawer bikin ji me hez nakin."
Erdogan destnîşan kir ku erdnîgariya Îslamê dê li hemberî vî dîmenî heta kîngê li ber xwe bide û wiha pê de çû: "Ez ji we dipirsim, em ê heta kîngê li hemberî vî (şerî) xwe bixapînin? Ev der meclisa malbatekê ye. Dinya me guhdar dike. Li Sûriyeyê zarok tên kuştin, li Sûriyeyê 300 hezar kesên bêsûc û bêguneh hatin kuştin, 7 milyon însan ji malên wan hatin kirin. Şiîbûn behane ye ku mirov li hemberî van zilman bêdeng bimîne. Ez dîsa dipirsim, kesên ku li mafên xwe digerin di kolanan de tên kuştin, hin kesên ku bi hilbijartinan tên hilbijartin bi derbeyan ve wan ji wezîfeyê dûr dixin. Sunîbûn van tiştana meşrû dike an jî sunîbûn êrîşên li ser tirbeyan, rêxistinên teroran meşrû dike?"
Erdogan di axaftina xwe de bangî hemû misilmanan kir û got: "Çi dibe hema em xwe bidin aliyekî û li van dîmenên hanê binêrin. Kî qezenc dike, kî têk diçe? Kesên ku mirin bi kêrî wan tê, ji vî şerî, pevçûn û pirsgirêkên di navbera me de ne xêrê dibînin kî ne? Heke ku em bersiva van pirsan bidin û tiştên ku hewce dike bi cih bînin, ev tê wê meneyê ku ji bo çareseriyê biçûk be jî me gavek avêtiye."
Serokomar Erdogan qala Neteweyên Yekbûyî jî kir û ragihand ku 197 welat endamên vê saziyê ne û ji wan jî 57 welat endamên Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamê ne û wiha got: "Ka em dikarin tiştekî bikin? Na. Em ê çi demê gaveke çawa biavêjin? Lazim e ku em stratejiya xwe ya li van deran careke din binirxînin."