Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî re li ser telefonê axivî.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Serokwezîr Davutoglu bi Îbadî re rewşa ewlehiya Kerkûkê nirxand û li ser encamên ziyareta Iraqê û amadehiyên Civîna Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind ya ku dê di rojên beriya me de bê kirin, sekinî.
Davutoglu di axaftina xwe ya bi Barzanî re de jî li ser rewşa dawî ya Kerkûkê sekinî û destnîşan kir ku Tirkiye ji bo îstiqrara Iraqê amade ye ku bi her awayî piştgiriyê bide. Her wiha Davutoglu Barzanî vexwend Tirkiyeyê.