08 Adar 2016•Rojanekirin: 08 Adar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku bi jiholêrakirin û xirabkirina nirx û malbatê ve jin azad nabin û wiha pê de çû: "Berevajiyê vê jin di her warî da tê îstismarkirin û rê li ber vê vedibe.
Em dibêjin dibê jin bi laçika serê wan na bi fikrên serê wan va, bi kincên li ser wan na bi baweriya di dilê wan va bên nirxandin. Ji bo vê em cudahiyê naxin nav wan û nabêjin sergirtî an servekirî, tu heqekî me yê wisa tune. Ev qîmetnedayîna însanan e."
Serokomar Erdogan: "Helwesta ku jin ji jiyana aborî û sosyal hatiye tecrîtkirin û tenê di malê da girtî hiştiye, helwesteke nû ye. Ji bo ku ev helwesta şaş were têkbirin jî refleksên îfrat û tefrîtê hatine çêkirin. Ez eşkere dibêjim, li gor min zirara herî mezin a ku didin jinê, ew helwest e ku jiyanê mehkûmî "kevaneka azadiya aboriyê" dike. Hal ew e ku kîjan karê ku dê dike bi pere ra tê tehwîlkirin? Bedela wê heye gelo? Tuneye."
Serokomar Erdogan: "Bereksê kesên ku dibêjin dewleta qatîl û dikevin korta îxanetê, gelo em xwedî li dewleta xwe derdikevin? Ne hêlîna rêxistinên terorê gelo em sendîkayan dikin hêlîna kedkarên rasteqîn? Gelo em li hemberî kesên ku sendîkayan dikin cebilxane, radiwestin? Li hemberî rêxistina terorê ya cudaker û rêxistina dewleta paralel gelo em li dijî hemû çeteyên şer û xirabiyê, li cem miletê xwe ne? Heger jinên me bêjin, 'temam' ev kar temam e."