Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz "Heke ku birêz Demirtaş di mijara qaçaxa wenda de samîmî be, şûna, 'ezê 230 kîlowat saet, nizanim evqas kîlowat saet ceyranê bidim', bira rabe bêje ku qaçaxtiya ceyranê meşrû nîne, rast nîne."
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz der barê endamtiya hevpar a Tirkiyeyê ya ji bo Navenda Lêkolînên Nukleerê ya Ewropayê (CERN) de wiha got: "Tirkiye her ku diçe mezin dibe, pêş dikeve û hem di warê teknolojiyê û hem jî di warê transferkirina zanînê de gihîştiye asteke wisa ku êdî di qalikê xwe de hil nayê. CERNê bibe qonaxeke wisa ku Tirkiye dê di vê serdemê de van qalikan li ser xwe bavêje."
Yildiz ji bo ziyaret û beşdariya hin çalakiyan hat Osmaneliya navçeya Bîlecîkê û li vir bersiv da pirsên rojnamegeran ên der heqê rojevê de.
Li ser bibîrxistina rojnamegerekî ya endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo CERNê Wezîr Taner wiha got: "Li welat ji aliyekî va xebatên hilbijartinê didomin û ji aliyê din va jî sîstem dişxule."
Wezîr Yildiz destnîşan kir ku ew bi karûbarên wisa re li ser rê dimeşin ku pêşiya Tirkiyeyê vekin û bibin wesîleya pêşketina aborî û teknolojiyê û wiha pê de çû:
"CERN di dinyayê de girîngtirîn yek ji navendên teknolojiyê ye. Tirkiye wê rojê bû endam. Ji niha û pê de fîzîkzan û akademisyenên me dê bikaribin li wir xebatan bikin û dê li CERNê bên îstixdamkirin. Endametiya têkûz a niha ji bo me ne vebêjerkek bû, lêbelê di nava van 5 salên pêşiya me serîlêdana me yê çêbibe. Tirkiye her ku diçe mezin dibe, pêş dikeve û hem di warê teknolojiyê û hem jî di warê transferkirina zanînê de gihîştiye asteke wisa ku êdî di qalikê xwe de hil nayê. CERNê bibe qonaxeke wisa ku Tirkiye dê di vê serdemê de van qalikan li ser xwe bavêje. Bira li Tirkiyeyê bixêr be."
- "Bira der heqê nemeşrûbûna qaçaxa wenda de beyanatê bide"
Ji Yildiz pirsa, "Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş gotibû, heke em werin desthilatê emê qismekî ceyranê belaş bidin. Hûn vê çawa dinirxînin?" hat pirsîn.
Yildiz diyar kir ku divê siyasetmedar li hemberî gelê xwe durist tevbigere û jixwe AK Partî jî ji ber ku erk û peywirên xwe tîne cih loma desthilat in û wiha pê de çû:
"Heke ku birêz Demirtaş di mijara qaçaxa wenda de samîmî be, şûna, 'ezê 230 kîlowat saet, nizanim evqas kîlowat saet ceyranê bidim', bira rabe bêje ku qaçaxtiya ceyranê meşrû nîne, rast nîne." Heke ku dirust û samîmî ye nexwe bira nebêje, 'Ji ber ku ev li rojhilatê tên hilberandin, heqê me ye û ji ber ku li rojavayê jî tê xerckirin deynê me li ser wan heye' û bi uslûbeke cudaker neaxive. Ez li bendê me ku bibêje ev hem ji bo dewleta xwe û hem jî ji bo cîranê xwe heqê evdan e. Lêbelê bi îstismarê va nikarin Tirkiyeyê hemêz bikin."
Dû re Yildiz Navenda Kordînasyona Hilbijartinê ya Bîlecîkê ya AK Partiyê vekir.