ORDU
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş der barê serlêdana HDPyê ya Lijneya Hilbijartina Bilind ji bo Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de wiha got: "Birêz Serokomarê me wezîfeyên xwe îhmal nake, wek serokomar karên wî çi be wan dike."
HDPyê serî Lijneya Hilbijartina Bilind kir û got ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan guh nade rêbaza "bêalîbûnê" derdikeve mîtîngan ji bo partiyekê diaxive, divê ji bo van tevgerên wî tevdîr bên hildan.
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş der barê serlêdana HDPyê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Kurtulmuş wiha axivî: "Birêz Serokomarê me wezîfeya xwe îhmal nake, wek serokomar karên wî çi be wan dike. Helbet Serokomarê me yê beşdarî merasiman û civînan bibe. Di van civînan de gel eleqeyeke mezin nîşanî wî dide û divê ev eleqe hinekan aciz neke. Ev wezîfe û berpirsyariya wî ya zagonî ye û normal e. Rewşeke nenormal tune."
- "Bila hevalên me yên HDPyî jî beşdarî merasiman bibin"
Kurtulmuş got ku berê merasimên vekirinan bi sed an zêdetir kesan ve di salonan de dihatin lidarxistin û wiha dewam kir: "Birêz Serokomarê me bi awayekî eşkere vê kêfxweşiyê, kelecaniyê, gavên ku Komariya Tirkiyeyê diavêje bi gel re, bi qelebalixê ve parve dike. Bila hevalên me yên HDPyî jî beşdarî merasiman bibin. Ev ne tiştekî siyasî ye, ev bi raya giştî re parvekirina kêfxweşiyê ye."
HDPyê daxuyandibû ku serlêdana wan a duyemîn jî hatiye redkirin.