Erdogan bi zext û zora ku zihniyeta CHPê anî serê Menderes ve dest bi axaftina xwe kir û got ku Pensîlvanyayê (Fethullah Gulen) Ekmeleddîn Îhsanoglu kir namzedê serokomariyê.
Erdogan got, "Ev namzedê monşer (Ekmeleddin İhsanoglu) çend roj e li gor xwe hewl dide ku dersa uslûbê bide me, li gor xwe behsa nezaketê filan dike, lêbelê li ziman, uslûb, edeb, adab û axaftina efendiyên xwe ango yên ku ew anîn wî miqamî nake û li axaftina wan a deradab nanihêre."
Erdogan wiha axivî:
"Yên ku ev Ekmel dan pêş û kirin namzed yek jê jî ew (Fethullah Gulen) e. Çend meh in ku deng jê dernediket. Piştî ku hilbijartina 30ê adarê pişt ket, dît ku rikê gel jê tê, qudûmê çokên wî şikestin û xwe ker kir. Pêr derketiye û cardin nifir kiriye. Haya wî jê tuneye ku çi dibêje. Yê îdia dike û dibêje ez xoce me, dev ji xocetiyê berde ev gotin li kesên ku dibêjin ez mirov im nayên. Ekmelê ku li gor xwe dersa şêwazê dide me, bila here wê dersê bide mamosteyê xwe yê li Pensîlvanyayê."