Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) diyar kir ku erka wê ya kurtkirina dema 90 rojî ya ku di makezagonê de hatiye diyarkirin heye.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, YSKê li ser niqaşên hilbijartina berwext ku di rojevê de ye hevdîtin kir. Heke li ser erêkirina serokomariyê hilbijartina berwext bê kirin, mafê YSKê ya kurtkirina maweya 90 rojî ya ku di 8emîn madeya Kanûna Hilbijartinê ya Parlementeriyê ya bi jimara 2839an de hatiye kifşkirin heye.
Di civînê de bi yek dengî biryar dan ku, erka YSKê heye ku maweya 90 rojî ya ku di 79emîn madeya Makezagonê û Qanûna Hilbijartinê ya Parlementeriyê de hatiye diyarkirin kurt bike.